Komeleya Amedî êrîşa li Bursayê li dijî kurdan şermezar kir
Komeleyên navçeyên Amedî êrîşa li ser ciwanên li Bursayê ku ji ber lixwekirina formayên Amedsporê pêk hat şermezar kirin. Rêberên komeleyan êrîş wekî " êrîşeke li dijî aştiya civakî" bi nav kirin û daxwaz kirin ku êrîşkaran li gorî yasayê bên cezakirin.
RûpelNews - 9 ciwanên ji Amedê ku ji bo kar berê xwe dabûn navçeya Nilûfer a Bursayê, ji ber ku formayên Amedsporê li xwe kiribûn, rastî êrîşê hatin.
Komeleyên Parêzgeh û Navçeyên Amedê yên ku li Bursayê, derbarê êrîşê de daxuyaniyeke çapemeniyê dan.
"Êrîş li dijî aştiya civakî ye"
Di daxuyaniyekê de derbarê êrîşê, ku wekî "cîhê şermê" hate wesifandin, ev tişt hatin gotin:
"Formaya Amedsporê ku ji bo tundûtûjî, lînçkirin û nefretê, wek hinceta êrîşeke tê nîşandan ku ev êrîşeke li ser rûmeta mirovî û aştiya civakî. Kiryarên wiha faşîst û nijadperest tu carî nayên tehemulkirin an jî rewa dîtin."
"Divê rayedar tedbîr werbigirin"
Di daxuyaniyê de berpirsên komeleyan daxwaza cizakirina êrîşkaran kirin û wiha gotin:
"Em bang li rayedaran dikin ku li dijî êrîşên wiha tedbîrên bi bandor û biryardar bigirin û bi lezgînî hemû tedbîrên pêwîst bixin meriyetê da ku bûyerên bi vî rengî careke din rû nedin. Wekî Komeleyên Parêzgehî û Navçeyî yên Amedê, em soz didin ku heta dawiyê maf û rûmeta hevrêyên xwe biparêzin, û li dijî nîjadperestî û êrîşên nefretê bisekinin."
Komeleyên ku daxuyanî îmze kirine wiha ne:
* Komeleya Amedî ya li Bursayê
* Komeleya Çingûşiyan a Amedê ya li Bursayê
* Komeleya Kirmasîrtiyan a Amedê ya li Bursayê
* Komeleya Farqîniyan a Amedê ya li Bursayê
* Komeleya Xelkê Hênîyiyan a li Amedê ya li Bursayê
* Komeleya Pasûriyiyan a Diyarbekirê ya Bursayê
* Komeleya Bismîliyiyan a li Amedê ya li Bursayê
