Sereokê Parlamentoya Iraqê Helmûsî telefonî Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir
Serokê Parlamentoya Iraqê êrîşên terorîstî yên li ser nivîsîngeha taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar kir û piştevaniya xwe bo ewlehî û tenahiya Herêma Kurdistanê tekez kir.
RûpelNews - Serokê Parlamentoya Iraqê Heybet Helbûsî, bi rêya telefonê peywendî bi Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.
Li gorî ragihandina malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di wê peywendiya telefonî de Serokê Parlamentoya Iraqê êrîşa bi dronan a li ser nivîsîngeha taybet a Mesrûr Barzanî û cihê manê yê Rêveberê Ajansa Parastinê şermezar kir.
Di eynî demê de Heybet Helbûsî hevsozî û piştevaniya xwe bo parastina ewlehî û tenahiya Herêma Kurdistanê û Iraqê tekez kir û tekezî li ser girîngiya rêgirtina li binpêkirinên ewlehiyê yên bi vî rengî jî kir.
Serokwezîr spasiya Helbûsî kir
Ji aliyê xwe ve, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî rêz û spasiyên xwe pêşkêşî Serokê Parlamentoya Iraqê kirin, ji ber wê piştevanî û hevsoziyê.
Di 17ê Tebaxê de du dronên bombekirî yên Hadîd-110 ji aliyê sînorê welatê Îranê ve ber bi bingeha nivîsîngeha taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cihê manê yê Rêveberê Ajansa Parastinê li bajarkê Pîrmamê yê parêzgeha Hewlêrê hatin arastekirin. Li gorî daxuyaniya Dijeterora Kurdistanê, di êrişan de ti zirarên canî çênebûne.
