Serokwezîrê Iraqê li Serokwezîr Barzanî geriya
Serokwezîrê Hikûmeta Federal a Iraqê, Elî Felih Zeydî, bi telefonê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re axivî û êrîşên dronan ên ku li ser Ofîsa Taybet a Serokwezîr û rûniştgeha Rêveberê Ajansa Parastinê hatibûn kirin, şermezar kir.
RûpelNews - Di hevdîtinê de, Zeydî diyar kir ku êrîşên bi vî rengî yên ku Iraq û Herêma Kurdistanê dikin armanc bi tevahî nayên qebûlkirin û êriş şermezar kir.
Serokwezîr Barzanî jî, di berdêla vê yekê de, spasiya Serokwezîrê Iraqê kir ji bo peywendiya wî û ji bo şopandina nêzîk a rewşê.
Barzanî di hevdîtinê de tekezî li ser girîngiya parastina ewlekarî û aramiya hem Iraqê hem jî Herêma Kurdistanê kir.
Bi du dronên bombebarkirî êriş hat kirin
Dijîterora Kurdistanê ragihand ku 2 dronên bombebarkirî avêtine Ofîsa Taybet a Serokwezîr û cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê.
Li gorî daxuyaniya Dijîterora Kurdistanê, îro (17ê Tebaxa 2026an) demjimêr 00:28an, 2 dronên bombebarkirî yên "Hedîd-110" ji aliyê sînorê Îranê ve hatine avêtin.
Dijîterorê da zanîn ku dron berdane baregeha Ofîsa Taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê yên li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê. Her wiha hat diyarkirin ku di êrişê de zererên canî çênebûne.
Dijîterorê di daxuyaniya xwe de ev êriş şermezar kirin û got: "Em van êriş û destdirêjiyan bi tundî şermezar dikin û bi ti awayî nayên qebûlkirin, hemû berpirsyariya encaman jî di stûyê encamderan de ye."
Barzanî: Gefeke rasterast li ser ewlehî û aramiyê
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, herwiha di parvekirineke li ser hesabê xwe yê Xê de ragihand ku êrîş ji aliyê Îranê ve hatiye kirin û piştrast kir ku hedefên êrîşê ofîsa wî ya taybet û rûniştgeha Rêveberê Ajansa Parastinê bûne.
Barzanî tekez kir ku êrîş gefeke rasterast li ser ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê ye.
