Nêçîrvan Barzanî bi serokwezîrê Iraqê bi Sûdanî re hevdîtin kir

06 nîsan 2024 23:17
Nêçîrvan Barzanî bi serokwezîrê Iraqê bi Sûdanî re hevdîtin kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi serokwezîrê Iraqê bi Sûdanî re hevdîtin kir. Her dû lîder li ser têkiliyên navbera Kurdistanê û Bexdayê şiroveyan kirin.

Piştî vê hevdîtinê, bende ne ku Nêçîrvan Barzanî bi rêvebirên Çarçova Koordînasyona Şî’ayan re hevdîtin bike. Berdevkê Konseya Îslamî ya Bilind yê Iraqê Ali Difai ji bo Rûdawê gotiye:

“Peymanên siyasî yên di navbera lihevkirinên pêkhateyên ku dewletî îdare dikin, biryarên dadgeha Federal yên di eleyhiya Herêma Kurdistanê de, budça 2024an, seredana serokwezîr Sûdanî ya ji bo Washingtonê û gelek mijarên din dê bikevin rojeva wan.”

Ji serokê Koalîsyona Dewleta Qanûnê ya di bin serpereştiya Nuri el-Maliki de Arif Hammami di axaftina xwe de got:

“Peymanên di navbera koalisyona ku hukumetê ava kirine, mijara petrolê, mehaneyên xebatkarên hukumeta Herêma Kurdistanê, ziyareta serokwezîr ya ji bo Washingtonê, xebatên hukumeta niha wê li ser masê bin û li ser wan axaftin bên kirin.”

Hukumeta bi serpereştiya Sûdanî ji terefê Hevkariya Rêvebirina Dewletê de hat avakirin.

Hevkarî, di navbera Çarçova Koordînasyona Şîa, Koalîsyona Desthilatê ya Sunneyan, Koalîsyona Azimê, PDK, YNK û Xîrîstiyan Babilliyum de ava bûbû.