Parêzbendiya 3 parlamenterên Kurdistanê hat rakirin
PeyamaKurd - Parêzbendiya parlamenterê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Behmen Kake Ebdullah, parlamenterên Goranê Elî Heme Salih û Daban Mihemed ji aliyê Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayîq ve hat rakirin.
Parlamenterê fraksyiona PDKê Behmen Kake Ebdullah ji Rûdawê re daye xuyakirin ku parêzbendiya wî li ser daxwaza wî ya bo seroka parlamentoyê hatiye rakirin daku ew amade be li ser tohmetan derkeve pêş dadgehê.
Di xwepêşandanên sala 2015an de Kelar, gencek li ber baregeha PDKê hat kuştin ku wê demê Behmen Kake Ebdullah berpirsê navçeyê bû, lê Ebdullah dibêje, ew dema bûyerê ne li baregehê bû. Tevî vê jî kesûkarên wî kesê hatiye kuştin doz li ser Ebdullah vekirine û wekî tohmetbar nîşan dane ku kujerê wî kesî hê jî nediyar e.
Herwiha parêzbendiya parlamenterên Goranê Elî Heme Salih û Daban Mihemed jî li ser daxwaza Dadgeha Pêncwîn û îdareya deriyê sînorî yê Başmaxê hatiye rakirin.
Daban Mihemed jî gotiye, “Ji me re hatiye ragihandin ku parêzbeniya me hatiye rakirinû ev jî li ser daxwaza me bi xwe bû û em amade ne hemû belgeyan bidin dadgehê.”
Hat zanîn ku dadgeha qezaya Pêncwîn, li ser parvekirineke wan parlamenterên Goranê derbarê qaçaxçîtiya li deriyê Başmaxê de, nivîseke fermî ji bo Parlamentoya Kurdistanê şandiye, daxwaz kiriye parêzbendî li ser herdu parlamenterên Goran Elî Heme Salih û Daban Mihemed bê rakirin daku bi tometa reşkirinê werin dadgehkirin.
7ê Gulana 2020an jî bi dengê 57 parlamenteran parêzbendiya Soran Omer ku wê demê endamê fraksiyona Komela Îslamî bû hatibû rakirin. 15ê Hezîranê Parlamentoya Kurdistanê ew biryar hilweşandibû û parlamenter Soran Omer roja 15/07/2020 îstifaya xwe ya ji fraksiyona Komela Îslamî pêşkêşî parlamentoyê kiribû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin