Fezlekeyên rakirina parêzbendiya 3 parlamenterên HEDEPê bo parlamentoyê hatin sandin
30 cotmeh 2023 23:48
PeyamaKurd – Fezlekeyên rakirina parêzbendiya 3 parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) û parlamenterekî IYIPê bo parlamentoya Tirkiyê hatin şandin.
Fezlekeyên Hevserokê Giştî yê HEDEPê Tuncer Bakirhan, Serokwekîlê koma HEDEPê Saruhan Oluç û Parlamenterê Riha yê HEDEPê Omer Ocalan û parlamenterê IYIPê Lutfu Turkkan bo serokatiya parlementoya Tirkiyê hatin şandin.
Serokatiya parlemenê jî her çar fezleke ji komîsyona Makeqanûn û Edelatê ya parlemenê re şand.
Piştî gotûbêjên li komîsyonê û rapora bê amadekirin, dê biryar bê dayîn û di civata giştî ya parlamentoyê dengdan li ser rakirina parêzbendiyan bê kirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin