NY: Em pistgiriya tekosîna dijî terorîzmê dikin
PeyamaKurd – Êrîşên terorî yên dawî yên li Iraqê, ji aliyê Endamên Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatin şermezarkirin.
Roja Sêşemê li Basra êrîşeke terorî çêbûbû û di encama wê de herî kêm, 4 kes hatibûn kuştin û 20 kesên din jî birîndar bûbûn.
Endamên Civata Ewlekarî ya NYê, êrîşa li bakurê Iraqê ya 3yê Berfanbarê jî şermazar kirin ku di wê êrîşê de, DAIŞê berpirsiya wê girtibû ser xwe, bi kêmî ve 13 kes hatibûn kuştin.
Herwiha endaman ji bo malbatên kuştiyan û hikûmeta Iraqê sersaxî xwestin û dan zanîn ku ew hêvî dikin ku birîndar di demeke zûtir de baştir bibin.
Endaman piştgirîya ji bo serxwebûn, serwerî û yekîtiya axa Iraqê, careke din dubare kirin û dîyar kirin ku ew ji bo wî welatî alîgirê pêvajoya demokratîk in.
Endamên Civata Ewlekarî ya NYê, bang li dewletên cîhanê kirin ku dijî terorê li gor berpirsiyên xwe tevbigerin û bi hikûmeta Iraqê re hevkariyê bikin.
Wan endaman eşkere kirin, hemî çalakiyên terorî armanc çi be, li kû derê be, kînga be û ji alîyê kê ve be, ferq nake sûc in û dan zanîn ku ew piştgiriya tekoşîna dijî terorîzmê dikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin