Baerbock: Em pistgiriya operasyona li dijî Hûsiyan dikin!

12 rêbendan 2024 23:37
Baerbock: Em pistgiriya operasyona li dijî Hûsiyan dikin!

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hikûmeta Almanyayê piştgirî dide êrîşên hewayî yên Amerîka û Îngilîstanê yên li ser Yemenê.

Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock li Kuala Lumpûra paytexta Malezyayê daxuyaniyek da û diyar kir ku Amerîka û hevkarên wê li dijî binesaziya ku Hûsiyan di êrîşên li ser keştiyên li Deryaya Sor de bi kar tînin, rasterast û bi sînor tevdîrên leşkerî pêk anîn.

Baerbock da xuyakirin ku ev êrîş li gorî Peymana Neteweyên Yekbûyî ya ji bo xweparastina ferdî û kolektîf e û got, "Bersivan piştgiriya me ya siyasî heye."

Baerbock dûbare kir ku êrîşên Hûsiyan keştiya navneteweyî dixe xeterê û bazirganiya cîhanê dixe xeterê, "Bi vê yekê ew dibin sedema bêîstiqrarkirina rewşa li herêma jixwe aloz."

Derbarê wê yekê de ku Almanya wê beşdarî çalakiyên ji bo misogerkirina ewlehiya keştiyan li Deryaya Sor bibe yan na, Baerbock destnîşan kir ku Yekîtiya Ewropî (YE) lêkolînê dike ka ew çawa dikare aramiya li Deryaya Sor xurt bike û çawa dikare beşdarî vê yekê bibe. Divê di çarçoveya Yekîtiya Ewropayê de di vê mijarê de biryara hevpar bê girtin.