NBC: Fermandareke Kurd ku Amerîkî rizgar kir di êrîseke esmanî ya Tirkiyê de hat kustin

29 tîrmeh 2022 15:46
NBC: Fermandareke Kurd ku Amerîkî rizgar kir di êrîseke esmanî ya Tirkiyê de hat kustin

PeyamaKurd – Televezyona Amerîkî ya navdar NBC news qala şehadeta Fermandara HSDê Jiyan Tolhildan kir û diyar kir, Fermandareke Kurd ku Amerîkî rizgar kir, di êrîşeke esmanî ya Tirkiyê de hat kuştin.

NBC qala wêrektiya Fermandar Jiyan Tolhildan kir û rola wê ya şerê li dijî DAIŞê anî ziman.

NBC ê da zanîn: “Selwa Yûsiv di nava Hêzên Sûriya Demokratîk de, bi lehengtiya xwe ya şerê li dijî DAIŞ’ê dihat nasîn.

Fermandara ku bi navê Jiyan Tolildan tên naskirin, di 10 salên şer de, jin di nava artêşê de bi rêxstin kir û di plana leşkerî de gelekî zîrek bû.”

Herwiha televîzyona Amerîkî NBCê li ser êrîşa Dewleta Tirk a 22yê Tîrmehê jî got: “Ev êriş bû sedema kuştina Fermandara Kurd Selwa Yûsiv û 2 şervanên din ên HSDê”