Serbazê Amerîkî yê 38 Kurd ji destê DAISê rizgar kiriye bi 'Nîsana Serefê' hat xelatkirin

12 îlon 2020 17:42
Serbazê Amerîkî yê 38 Kurd ji destê DAISê rizgar kiriye bi 'Nîsana Serefê' hat xelatkirin

PeyamaKurd Serokê Amerîkayê Donald Trump, 'Nîşana Şerefê' da serbazekî Amerîkî ku di sala 2015an de, di rizgarkirina 38 girtiyên Kurd ên di destê DAIŞê de roleke mezin lîstiye û hindik mabû ji aliyê terorîstên DAIŞê ve bê şehîdkirin.

Thomas Paîne ji bo rizgarkirina bi dehan girtyên Kurd ên di destê DAIŞê de, serkirdetiya tîmekê kir, ku li Hewîce di nav du avahiyan de ji aliyê DAIŞê ve hatibûn desteserkirin.

Li gor daxuyaniya Koşka Spî, Thomas Paine û tîma wî rûbirûyî destdirêjiya gulleyên çekdaran û xwekujiya DAIŞê bûne û 38 girtiyên di avahiyekê de rizgar kirine.

Piştî çend xulekan peyamek ji wan re gihiştiye, ku endamên din ên tîma wan li avahiya din rûbirûyî şerekî dijwar bûne, di navbera 10 – 20 serbazên Amerîkî ku Thomas Paine yek ji wan bûye, berê xwe dane wê avahiyê, lê di wê demê de agir bi avahiyê ketiye.

Li gor Koşka Spî, tîm çûye ser avahiyê û bi gulleyan rûbirûyî çekdar û xwekujên DAIŞê bûne, piştî ku ketine nav avahiyê, komandoyên Amerîkî û Kurd bi hevbeşî ketine avahiyê, tevî ku agir zêde bûye, Paine du carên din ketiye nav avahiyê, da ku bizane tu girtiyê din li wir maye an na.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di rêûresma madalyaya rûmetê de destnîşan kir: “Paine, bi tu awayî ew der terk nekir, girîng nebû kê ferman daye. Wî ew der terk nekir. Kesê herî dawî bû ku ji avahiyê derket. Ev jî yek ji operasyonên herî mezin û wêrek ên rizgarkirinê bû di dîroka Amerîkayê de.”

Rêûresm do di 11ê Îlonê de li Koşka Spî hat sazkirin. Trump dibêje: ‘‘ Ji ber ku piştî teqîna 11ê Îlonê Thomas Paine biryar daye bibe serbaz, ev roj ji bo rêûasma xelatê hat destnîşankirin.’’