Îşev Dikarim Rêzên Herî Xemgîn Binivîsim

17 adar 2026 18:18

Helbesta "Îşev dikarim rêzên herî xemgîn binivîsim" yek ji helbestên herî navdar ên Neruda ye ku ji bo piraniya zimanan hatiye wergerandin. Helbestvan û nivîskar Dilovan Ali vê helbestê ji îngilîzî ji bo Kurdî wergerandiye.

Îşev Dikarim Rêzên Herî Xemgîn Binivîsim
Pablo Neruda

RûpelNews - Pablo Neruda yek ji helbestvanên herî mezin yê cîhanê ye, di sala 1904an de li Şîliyê ji dayik bûye. Di 13 saliya xwe de dest bi nivîsandina helbestan kiriye û helbestên xwe bi zimanê spanî nivîsandiye. Di sala 1971an de Xelata Nobelê ya Wêjeyê wergirtiye. Helbestên wî ji bo piraniya zimanên cîhanê hatine wergerandin. Li gorî rexnegirên wêjeyî û akademîsyenan, Neruda yek ji helbestvanên herî bi bandor ên cîhanê ye. Helbesta wî ya "Îşev dikarim rêzên herî xemgîn binivîsim" yek ji helbestên herî navdar ên Neruda ye ku ji bo piraniya zimanan hatiye wergerandin.

Helbestvan û nivîskar Dilovan Ali vê helbestê ji îngilîzî ji bo Kurdî wergerandiye. Kerem bikin tevahiya helbestê bi Kurdî li jêr bixwînin:

 

Îşev Dikarim Rêzên Herî Xemgîn Binivîsim

 

îşev dikarim rêzên herî xemgîn binivîsim

bo mînak binivîsim: şev tijî stêrk in

stêrk jî şîn û ji dûr ve dibiriqin.

bayê şevê bi ser esmanî de dizivire û distirê.

îşev dikarim rêzên herî xemgîn binivîsim

min jê hez dikir, wê jî carinan ji min hez dikir.

di şevên bi vî rengî de min ew himbêz dikir

di bin esmanê bêdawî de min têr maç dikir.

wê ji min hez dikir, min jî carinan jê hez dikir.

çawa çêdibû min ji wan çavên kûr hez nekira?

îşev dikarim rêzên herî xemgîn binivîsim

ku ez bifikirim ku ew tune. ji bo ku ez hîs bikim ku min ew winda kiriye.

ji bo bihîstina şeva mezin, bêyî wê hîn bêtir mezin.

peyv mîna xunavê ser mêrgan bi ser rihî de dikevin

çi ferq e ku evîna min nikarîbû wê biparêze.

şev tijî stêrk in û ew ne bi min re ye.

êdî ev hemû ye. ji dûr ve kesek distirê, ji dûr ve.

rihê min qebûl nake ku bibêjim min ew winda kiriye.

çavên min wisa li wê digerin, weke ku bixwazin wê nêzîk bikin

dilê min li wê digere û ew ne bi min re ye.

heman şev heman daran spî dike.

em ên wê demê, êdî ne weke berê ne.

ez êdî ji wê hez nakim, bêguman na, lê min çiqas ji wê hez kir.

dengê min xwest ba dubare wê bibîne da ku bigihêje bîstîna wê

ya yekî din, ew ê bibe ya yekî din, maçên wê, çawa berê yên min bûn

dengê wê, laşê wê yê geş, çavên wê yên bêdawî.

ez êdî ji wê hez nakim, bêguman na, lê dibe ku ez jê hez bikim jî.

evîn pir kurt e, jibîrkirin jî pir dirêj e.

ji ber ku di şevên bi vî rengî de min ew himbêz kiribû

rihê min qebûl nake ku bibêjim min ew winda kiriye.

her çend ev êşa dawî be jî ku min diêşîne

ev jî rêzên min yên dawî ne ku jê re dinivîsim.

 

Pablo Neruda

Ji Îngilîzî: Dilovan Ali

*werger bi metina orîjînal a Spanî re hatiye berhevkirin.