Baş: Xelet hatim fehmkirin, xemgîniya xwe bo Kurdan radigihînim
Serokê Partiya Karkerên Tirkiyeyê Erkan Baş ku gotibû, "Di hilbijartina Serokomariye de namzedek ku zimanê dayika wî/wê kurdî be ew piştgiriyê nadin" li ser bertekan ji nû ve daxuyanî da û got: "Xelet hatim fehmkirin, ez pê xemgîn îm. Bijî têkoşîna serxwebûna gelên kurd û tirk."
RûpelNews - Serokê Giştî yê Partiya Karkerên Tirkiyeyê Erkan Baş li ser pirsa T24ê de ya ku digot, "Gelo ji bo we mimkun e ku hûn careke din bi Partiya DEM re tifaqeke ava bikin?" ev daxuyanî da:
"Dibe ku ew bixwazin namzedek ku zimanê wî/wê yê dayikê kurdî be, derxînin pêş. Dibe ku em li ser vê yekê li hev nekin. Em xwe amade dikin em bi serê xwe û bi namzetên xwe bikevin hilbijartinê."
Gotinên Baş ên li dijî namzedek Kurd di civak û siyaseta Tirkiyeyê de rastî gelek bertekan hat. Piştî van bertekan Baş ji nû ve daxuyaniyekê da û xemginiya xwe bo Kurdan ragihand. Wî da zanîn xelet hat fehmkirin, mebesta wî ne ew bû ku xwe bi vî awayî xelet bide fehmkirin.
Erkan Baş di peyama xwe ya destpêkê bi kurdî kir û wiha got: "Birîndar birîna xwe dizane."
Baş di berdewamiya peyama xwe de wiha got: "Helbet DEM Parti bi bername û bi namzedên xwe dikare beşdarî hilbiajrtinê bibe û ev tişteke rewa, meşrû ye min xwest vê yekê bêjim. Ti girîngiya bawerî û nasnameya etnîkî ya Nnamzedek hevpar ku pirsgirêkên welatê me çareser bike û hemû hemwelatiyên me hembêz bike ji hêla partiyê me nîn e. Bijî têkoşîna serxwebûna gelên tirk û kurd."
