‘Agneta Kling’ û ‘Omer Şêxmûs’ bi kurmancî çap bûn
Weşanên DOZê du berhemên biyografîk/hevpeyvîn ên nû li pirtûkxaneya kurdî zêde kir.
RûpelNews - Weşanên DOZê du berhemên biyografîk/hevpeyvîn ên nû li pirtûkxaneya kurdî zêde kir.
Her du berhem ji aliyê lêkolîner Newzad Elî Ehmed ve hatibûn amadekirin û bi wergera kurdî/kurmancî hatin çapkirin.
Berhema yekem a bi navê "Agneta Kling, Di Nav Refên Pêşmergeyan De Jineke Swêdî" ji erebî ji aliyê Bernas Qerejdaxî ve hatiye wergerandin. Berhema duyem jî bi navê "Omer Şêxmûs, Bizota Di Bin Xweliyê De" ji soranî ji aliyê Yasîn Hisên ve hatiye wergerandin.
Her du berhem belgenameyên dîrokî ne û hûrgiliyên têkoşîna kurdan a li çar parçeyên Kurdistanê vedihewînin.
Di her du berheman de jî bi zimanekî zelal qonaxên dîrokî, serpêhatî û biyografiya Agneta Kling û Omer Şêxmûs tên vegotin.
Ji nivîsa paşberga Agneta Kling;
"Agnetayê nedixwest li ber çavan be û hez nedikir li ser têkoşînê biaxive ku di wê demê de pê re rûbirû maye. Demekî dirêj e min dixwest pirtûkekê li ser jiyana wê binivîsim. Ew di çandeka wisa de dijiya ku cuda bû û dûrî jîngeha wê bû. Min gelek hewl da ku li ser jiyana wê binivîsim û tevî gelek zehmetiyan bi sebir xebitîm. Me bernameyek çêkir û her cara ku ez biçûma Swêdê, min dê bi wê re hevpeyvînek bikira. Herçend me nekarî projeya xwe temam bikin jî, min soza xwe girt û tiştên ku min di vî warî de kirine, diweşînim. Ez vê pirtûkê diyarî giyanê wê yê birûmet dikim."
Newzad Elî Ehmed
Agneta Kling kî ye?
Agneta Kling ji malbateke navdar e, xwedî karaktereke bihêz, aram û arîstokrat a Swêdê bû. Di şoreşa nû de li çiyayên Kurdistanê, wê li kêleka mêrê xwe Omer Şêxmûs, di nav refên pêşmergeyan de cih girt. Agneta, li çiyayan perwerdehiya çekan wergirtibû, navê ku lê kiribûn Tara bû, û hevalên wê ji wê re digotin Xwuçka Tara - Xwişka Tara.
Ji nivîsa paşberga Omer Şêxmûs;
Li navenda vê berhemê çîroka jiyana Omer Şêxmûs heye. Ew kesayetiyekî giring û şahidê dîroka nêzîk a tevgera siyasî ya kurd bûye û di heman demê de balê dikêşe ser veguherîna têkoşîna berdewam a miletê kurd li her çar beşên Kurdistanê.
Omer Şêxmûs kî ye?
Şêxmûs di sala 1942an de, li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Amûdê ji dayik bûye, bi tevlîbûna xwe ya di tevgerên xwendekar û siyasî yên kurd de ji destpêka temenê xwe yê ciwaniyê, têkoşîna xwe ya ji bo nasname û azadiyê li diyasporayê domandiye. Ji bilî çalakiyên xwe yên siyasî û rewşenbîrî li Ewrûpa û Amerîkayê, ew endamekî damezrîner ê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bû, û roleka wî ya giring hebû di bidestxistina rewatiya navneteweyî ya partiyê de, nemaze bi berpirsiyariyên xwe yên di warê têkiliyên derve de.
Şêxmûs, ku ji sala 1978an û pê ve ji bo komîteya navendî ya YNKê û paşê jî ji bo Polîtburoya wê hatiye hilbijartin, him bi rêya hewldanên dîplomatîk û him jî çalakiyên xwe yên li qada Başûrê Kurdistanê, di asta sazî û rêxistinî de alîkariya têkoşîna neteweyî ya kurd kiriye.
Bi kurtasî, ev pirtûk bi rêya jiyana Omer Şêxmûs ya siyasî ji bo têgihiştina dînamîkên guherbar ên tevgera kurd, avahiyên wê yên rêxistinî û şêweyên têkoşînê li diyasporayê çarçoveyeka hêja pêşkêş dike. Di heman demê de, armanc dike ku ji biyografiyeka kesane wêdetir biçe û beşeka bêhempa ya dîroka kurd a nûjen belge bike.
