Dezgeha Xêrxwaza Barzanî li Efrînê dibistanekî Kurmancî vekir

15 tebax 2024 02:14
Dezgeha Xêrxwaza Barzanî li Efrînê dibistanekî Kurmancî vekir

PeyamaKurd – Dezgeya Xêrxwaza Barzanî li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Efrînê ji bo zarokên sêwî dibistanekî vekir. Di dibistanê de 20 zarokên sêwî dê perwerda wan bêkirin.

Ji 20 zarokan 10 ji wan ew zarokin ku di erdheja jîngeha Cinderesê de dê û bavên wan jiyana xwe ji dest dane û sêwî mane. 10 zarokên din jî Efrînî ne.

Di dibistanê de zarok hînî xwendin û nivîsîna zimanê Kurdî dibin.

Dezgeha Xêrxwaza Barzanî li Efrînê navendekî vekiriye û ji bo gelek sehayan xizmeta xelkê Efrînê dike.