Dezgeha Alîkariyê ya Barzanî pêswaziya penaberên Efrînê kir
03 berfanbar 2024 16:55
PeyamaKurd – Tîmên Dezgeha Alîkariyê ya Barzanî ya li Efrînê pêşwaziya zêdetirî 200 malbatan kir ku ji ber êrîşên komên çekdar ji Tel Rifat û Şehbayê vegeriyan Efrînê.
Di daxuyaniya Dezgeha Alîkariyê ya Barzanî ya li ser tora medyaya civakî ya Facebookê de hat gotin, “Ji ber şer û pevçûnên li Sûriyê, bi hezaran malbat penaber bûne û penaberî deverên ewle bûne.”
Di daxuyaniyê de weha hat gotin: “Êvara roja duşemê 02.12.2024an nêzîkî 200 malbat vegeriyan Efrînê û tîmên Dezgeha Alîkariyê ya Barzanî li devera Kefer Cendê pêşwaziya wan kir û xizmetguzariyên bijîşkî, pêdiviyên sereke û xwarinê pêşkêşî wan kirin.”
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Dezgeha Alîkariya Barzanî pêswaziya penaberên Efrînê kir
04 brf 2024
Jiyan
Dezgeha Alîkariyê ya Barzanî alîkariya Efrînê kir
09 adr 2024
Jiyan
Serok Barzanî pêswaziya Balyozê Fransayê yê li Iraqê kir
04 trm 2024
Kurdistan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin