Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Qamişloyê ofîsa xwe vekir
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) bi vekirina ofîsekê li bajarê Qamişloyê li Rojava, dest bi çalakiyên xwe kir.
RûpelNews - Îro, di rojbûna Nemir Mele Mistafa Barzanî de, merasîma vekirina ofîsa BCFê li Qamişloyê hat lidarxistin.
Rêveber û karmendên BCFê, her wiha gelê Qamişloyê beşdarî merasîmê bûn.
Çalakiyên BCFê
BCF di sala 2005an de li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê hate damezrandin.
Her çend çalakiyên wê yên sereke li Herêma Kurdistanê bin jî, BCF di heman demê de di erdhejên 6ê Sibatê de li Bakurê Kurdistanê beşdarî çalakiyên alîkariyê bû. Herwiha bûbû rêxistina yekem ku di dema erdhejê de alîkarî gihand bajarê Efrînê li Rojavayê Kurdistanê.
Piştre BCF li Efrînê ofîsek vekir û çalakiyên xwe yên alîkariyê kir mayînde.
BCF herwiha di êrîşên meha Çileyê de li ser herêmê alîkarî gihand Rojava.
