Helbestên Dilovan Ali Bi Kurmancî Çap Bûn

04 gulan 2026 14:25

Weşanên DOZê da zanîn ku yekem berhema wêjeyî ya helbestvan û wergêr Dilovan Ali, bi navê "Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor", çap kiriye.

Helbestên Dilovan Ali Bi Kurmancî Çap Bûn

RûpelNews - Weşanên DOZê da zanîn ku yekem berhema wêjeyî ya helbestvan û wergêr Dilovan Ali, bi navê "Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor", çap kiriye.
Dilovan Ali ji Başûrê Kurdistanê ye û yek ji wan kurdên soranîaxêv e ku helbestên xwe bi zaravayê kurmancî nivîsiye.

Berhema ku 31 helbestan di nav xwe de dihewîne, bi edîtoriya Ehmed Berojî hatiye amadekirin.

Herwiha nivîskar û lêkolêrê felsefeyê Dr. Rêbwar Sîweylî derbarê berhemê de pêşgotinek nivîsiye. Beşekî nirxandina Dr. Sîweylî jî wisa ye:
"Ev helbestan e ji bo hemû kurdên ku li 'têlên sînor' an jî li 'sermaya derveyî welat' de dijîn 'arşîveke ruhî' ne. Giringiya van helbestan ne tenê di estetîka ziman de ye, lê di vê 'rastgoyî'yê de ne ku ew dikarin xemên neteweyekê di nav xemên takekesî de bi hev re bikin yek. Ev helbestan e mîna 'mifteya gorê' ne ji bo dahatûyekê ku hîn jî ne diyar e, lê helbestvan bi hêvîdarî di nava peyvan de li benda wê ye. Ev ne tenê helbest in, lê qêrîna mirovekî ne ku di nav modernîteyê de, hîn jî bêhna nanê diya xwe û axa welatê xwe dike."

Dilovan Ali kî ye?

Sala 1994an li bajarê Qeladizê li Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye. Xwendina xwe ya seretayî û bilind li Hewlêrê qedandiye. Di sala 2010an de dest bi nivîsînê kiriye. Helbest û lêkolînên wêjeyî û siyasî dinivîsîne û wergêriyê dike. Nivîs û lêkolînên wî di gelek malper, rojname û kovaran de bi zimanên cuda hatine weşandin. Zimanên kurdî soranî/kurmancî, îngilîzî, tirkî, farisî û erebî dizane. Ji sala 2017an ve li welatê Brîtanyayê dijî.

Wergerên wî:
PKK Çima Wisa Dike, Franso Herîrî, Rexne, DOZ, 2022 Stenbol.