Dilovan Ali: Tekst odeya emeliyatê ye؛ divê peyv ji bo afirandina cîhaneke nû

07 gulan 2026 16:03

Dilovan Ali, bi pênûsa xwe ya ku ji sînorên herêmî û qalibên hêsan derbas dibe, di vê hevpeyvînê de zaravayê kurmancî ne wekî mîraseke rûtîn, lê wekî "zimanê raman û felsefeyê" datîne ber me.

Dilovan Ali: Tekst odeya emeliyatê ye؛ divê peyv ji bo afirandina cîhaneke nû rastî neşteran were
Dilovan Ali

RûpelNews - Wêje ji bo hinekan hênikahiya siha nostaljiyê be jî, ji bo hinek nivîskaran qada şer a li hemberî jiyanê û amûra tazîkirina rastiyê ye.

Ev hevpeyvîn, çîroka nivîskarekî ye ku koka xwe ji Soran digire lê ruhê xwe di nav kurmanciyeke herikbar û tund de dihûnîne. 

Dilovan Ali, bi pênûsa xwe ya ku ji sînorên herêmî û qalibên hêsan derbas dibe, di vê hevpeyvînê de zaravayê kurmancî ne wekî mîraseke rûtîn, lê wekî "zimanê raman û felsefeyê" datîne ber me.

Ji qêrîna li dijî mûqeddeskirina nivîskaran heta rexneya li ser "rûkeşparêziya bazarî" ji heybeta asîmanê Bakur yê ku bi xwîna dîrokê sor bûye heta neştera ku li bedena peyvê dikeve.

Ew, xwendevanî vedixwîne "odeya emeliyatê" û hişyar dike: "Pêdiviya me bi helbestvanekî heye ku xwendevanan bixe nava fikaran, ne nava aramiyê.

 

Dilovan Ali kî ye?

Sala 1994an li bajarê Qeladizê li Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye. Xwendina xwe ya seretayî û bilind li Hewlêrê qedandiye. Di sala 2010an de dest bi nivîsînê kiriye. Helbest û lêkolînên wêjeyî û siyasî dinivîsîne û wergêriyê dike. Nivîs û lêkolînên wî di gelek malper, rojname û kovaran de bi zimanên cuda hatine weşandin. Zimanên kurdî soranî/kurmancî, îngilîzî, tirkî, farisî û erebî dizane. Ji sala 2017an ve li welatê Brîtanyayê dijî.

Berhemên wî:

Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor, Helbest, DOZ, 2026 Amed.

 

Di vê hevpeyvînê de, em bi hev re li pejna vê dengê ku li hemberî peyvê şer dike û wêjeyê di "deqa nemir" de digerîne, guhdar dikin.

 

Dilêr Aydogan: Serpêhatiya te ya bi kurmanciyê re çawa dest pê kir? Çi bû sedem ku pênûseke bi koka xwe Soran, bi vî rengî bi kurmanciyeke zelal û herikbar binivîse?

Dilovan Ali: Ev çîrokeke balkêş e. Di mala me de tu carî dengê stranên kurmancî kêm nebûye; ji zarokatiya xwe ve me guhdariya stranên (Kawîs Axa, Şivan Perwer, Murat Bektaş û Mihemed Arif Cizrawî) dikir. Lê belê, çîroka evîna min a bo kurmanciyê di wêneyekî pirtûka dîrokê ya dibistana seretayî de dest pê kir. Tê bîra min, ez di klasa 4 an 5an de bûm û mala me li Hewlêrê bû. Wê demê pergala perwerdehî li Başûrê Kurdistanê wekî niha ne pêşketî bû; pirtûk reş û spî bûn. Dersa me ya dîrokê hebû; di beşeke pirtûkê de wêneyeke bajarê Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê hebû. Wêneyekî pir nostaljîk û dîrokî bû. Avahiyek xuya dikir ku qata wê ya jêrîn weke dikan û depoxane, qata jorîn jî mal bû; du-sê otomobîl li wê derê sekinî bûn. Aliyekî bajarê Bedlîsê nîşan dida, wêneyekî reş û spî... Wî wêneyî evîneke ecêb di dilê min de çêkir û bû sedema sereke ku ez bikevim pey dîrok û cografyaya Bakurê Kurdistanê. Piştre di heman pirtûkê de wêneyekî din ê Merwaniyan jî hebû, lê belê ya ku riya min ber bi kurmanciyê ve vekir, wêneyê bajarê Bedlîsê bû. Heta niha jî ew wêne di hiş û bîra min de zindî ye. Ew wêne bû pira navbera min û kurmanciyê; bû niştimanek di nava ramanên min de.

 

Dilêr Aydogan: Di nivîsên te de zimanekî tund û carna jî “rewa” tê dîtin. Gelo ev tundî bijarteyeke estetîk e, an encama berteka te ya li hemberî rewşa heyî ye?

Dilovan Ali: Ez tenê tiştên ku ezmûn dikim, tînim ser kaxezê. Tiştên ku diqewimin û divê werin ziman. Bi baweriya min, tekstê nemir wê demê ji dayik dibe ku nivîskarê wê di bin zext û zordariyê de hîna jî karibe ji qulekê li derve binêre. Li vir mesele ne tundiya zimanî ye, mesele tazîkirina peyvê ye û nîşandana rastiyan e wekî ku hene. Ya girîng ew e ku mirov 'çi' dinivîse, ne ku 'çiqas' dinivîse. Bi rastî, ez ne bi qerebalixiyeke zêde re me di nav cîhana nivîsandinê de. Tekst weke 'odeya emeliyatê' ye; ku nivîskar tê de xwendevanê dide ber neşterên curbicur. Pêdiviya me bi helbestvanekî heye ku xwendevanan bixe nava fikaran, ne nava aramiyê.

Binêre, Franz Kafka heta roja mir jî bawer dikir ku mirov mehkûmî tawanê ye, bêyî ku tu tawanan bike. Tevahiya berhemên xwe jî li ser vê rêçê nivîsiye. Ev hemû jî ji wê tirsê dihat ku bavê wî xistibû dilê wî.

Em wekî mirovên Rojhilatî, dema ji dayik dibin (Rojhilat goristaneke mezin û zîndaneke bê pace ye), em komek mirovên dilşikestî û ketî ne. Her yek ji me bi awayekî hewl dide vê rewşê bîne ziman. Xeyal wê demê xweş e ku tu wekî Ewropiyekî ji dayik bibî, ne wekî Kurdekî ku bi mirin, xwîn û hêsiran re dilîze.

 

Dilêr Aydogan: Di qada wêjeyê de, gelo hilberandina teksteke nemir ji bo pênasekirina paya nivîskariya mezin pîvaneke têrker e? Mezinahiya wêjeyê bi yekparebûna estetîk û berdewamiya hêza afirîneriya nivîskar ve girêdayî ye?

Dilovan Ali: Tekstê nemir heye, lê nivîskarê mezin tune ye. Tiştê ku nivîskarekî zindî dihêle tekstê wî yê nemir e ne ku bi nav kirina wî/wê weke kesekî mezin. Ez wekî mirov rêzê li nivîskaran digirim, lê wekî "nivîskarên mezin" na. Bi rastî di mijara bikaranîna têgeha "mezin"de ji bo nivîskaran, ez bi wê re ne lihev im. Gava ku tu wekî rexnegirekî an jî wekî xwendevanekî ciddî li tekstekê dinerî, pêdivî ye ku tu "tekstê" bibînî; ne ku bala xwe bidî ser wê yekê ka nivîskarê wê çiqas "mezin" e weke ku xelk wî/wê wisa bi nav dikin. Rastî; her tiştê ku were mûqeddes kirin, bê biha dibe, ji ber ku li derveyê rexneyê cih digire. Ev yek jî dibe sedema afirandina monolîtîzm û girtîbûnê.

Muqedeskirina nivîskaran, heman metoda siyasetmedaran û mirovên olî ye ku ji bo veşartina ruhê xwe yê nexweş bi kar tînin. Hemû wan navendên rewşenbîrî û weşanxaneyên ku hewl didin nivîskaran mezin bikin, tenê armanca wan ew e ku bazirganiya xwe ya bi peyv û pirtûkan re berfireh bikin.

Ev cureyek ji gendeliya edebî ya nû ye ku çend bazirganên pirtûkan afirandine.

 

Dilêr Aydogan: Tu herikîna helbesta nû ya kurmancî çawa dinirxînî? Gelo di warê modernîzm û avakirina nasnameyeke nû de helbesta me di kîjan astê de ye?

Dilovan Ali: Rêbaz û herikîna helbesta nû ya kurmancî nekariye êşê nîşan bide û fikirê biafirîne di tekstê de; tenê di çarçoveya nostaljiyeke romantîk a klasîk de dizivire. Zêdetir teqlîdkirina nivîskarên beriya xwe ye, ne afirandina zimanekî helbestî yê nû ye ku karibe derîçeyek nû ji bo formên edebî yên nû di kurmanciyê de veke. Her çiqas nivîskarên ciwan hene ku hewl didin bendan bişikînin û li derveyî van sînoran xwe bibînin, lê belê beşeke zêde ya nivîskarên me ditirsin ku eger bi zimanekî tund û tazî binivîsin, xwendevanên xwe winda bikin. Ji ber ku ew tenê ji bo girseyeke evîndarê romantîzmê û peyvên nazik dinivîsin; ne ji bo ku peyv bibe çekek li hemberî jiyanê û ji bo kolandina ziman. Ev zêdetir nîşandanek rûtîn e, ne karkirina di wêjeyê de ye. Helbestvanê rastîn ew e ku li ber xwe dide û li hemberî peyvê şer dike, ne ku makyajê jê re bike. Wekî min got, ew dixwazin mîna siyasetmedar û olperestan xelkê li dora xwe kom bikin, ne ku di wêjeyê de dahênanê bikin.

 

Dilêr Aydogan: Hin nivîskar hewl didin ziman bixin bin kontrola xwe û sînoran jê re deynin. Gelo çima ziman li şûna ku wekî çemekî biherike, di nav qalibên teng de asê maye û nazivire?

Dilovan Ali: Ziman? ziman ji wê mezintir e ku hinek nivîskar hewl didin wê kontrol bikin. Berî her tiştî divê kurmancî ji zimanê gund, bajar û kolanan derkeve û bibe zimanekî cîhanî. Zimanek ku karibe biryarê bide û di nav dinyaya wêjeya derve de jî amade be. Ez dema bi kurmancî dinivîsim û dixwînim, wisa hîs dikim ku di nava felsefeyeke kevnar de avjeniyê dikim. Kurmancî zimanê felsefeyê ye, zimanê raman û hiş e; lê gelek nivîskarên me fedî dikin vê rastiyê bînin ziman.

Ez bixwe, ji zarokatiya xwe ve kurmancî wekî evîneke kevnar di nava min de mezin bûye û ez pê re dijîm. Ez ji ber wê bi kurmancî dinivîsim da ku xwendevan di nava tekstê de bifikire û rastî "xwînrêjiya fikirî" were, ne ku tenê kêfxweşiyeke demkî hîs bike. Divê her kes vê rastiyê fêm bike ku kurmancî zimanê felsefeyê ye.

 

Dilêr Aydogan: Çima helbesta kurmancî ya nû nikare xwe ji sînorên klasîk û nostaljiyê rizgar bike? Gelo ev girêdayîbûna bi raboriyê re, pêşiya nûjenbûna helbestê nagire?

Dilovan Ali: Bi baweriya min, sedema sereke ya vê yekê amadenebûna fikir û felsefeyê ye di nava tekstan de. Di civakên Rojhilatî de piranî ji ber hinek pirsên pîroziyê û hwd., felsefe wekî tirs û xofekê tê nîşandan; ev jî dibe asteng ku nifşekî bîrewer ji dayik bibe. Divê helbestvanên nifşê me yê nû ji wî qalibê kevn û şeqitî derkevin ku tenê pişta xwe didin klasîk û peyvên nazik. Divê karibin di nava helbestê de fikir biafirînin, ligel peyvan wateyên nû bibînin. Divê peyvan birîndar bikin da ku bi xwîna wê cîhaneke nû ava bikin. Birîndarkirina peyvê, destpêka ji dayikbûna îdeayên nû ye; derîçeya afirandina ziman e di nava ziman de.

Beşeke din a vê mijarê jî weşanxane ne ku heta niha xebatên baş ên felsefî û fikirî bi kurmancî çap nekirine. Ev kêmasiyeke mezin e. Pêdivî ye di pêşerojê de gavên cidî ji bo vê werin avêtin.

 

Dilêr Aydogan: Meseleya “klîk” û koman (nivîskar û weşanxane) ku hewl didin serweriya qada edebî bikin û biryarê li ser rûmeta nivîskarên din bidin, tu çawa dibînî? Ev rewş çi zirarê dide wêjeyê?

Dilovan Ali: Ev mijar tiştekî bêwate ye, zêde bêwate. Ewên ku hewl didin van grub û koman ava bikin، kî dibin bila bibin، tenê dixwazin qerebalixiyê li dora xwe çêbikin da ku xwendevanên girseyê wisa hîs bikin ku ew wekî nivîskar û weşanxane xwedî girseyeke mezin in û dikarin biryarê li ser "nivîskarbûn" an "nenivîskarbûna" kesên din bidin. Lê belê tu kes nikare bibe polîsê hiş û ramanên kesekî din. Ewên ku ji bo wêjeyê، fikir û teknîkê dinivîsin، bi perspektîfeke din li cîhana nivîsandinê dinêrin û nikarin wextê xwe bi van mijarên vala derbas bikin.

Nivîskarê rastîn ê wêjeyê û nivîskarê girseyê، xwediyê du cîhanên ji hev cuda ne.

Tişta ku tu behs dikî، di pênaseyek kurt de modeleke nû ya wê "rûkeşparêziya bazarî" ye ku heye؛ mîna bazara siyasetê ketiye nava cîhana wêjeya me. Heman ew metod e ku siyasetmedar hewl didin mirovan pê kontrol bikin û ol mirovan pê bikin kole. Cîhana wêjeyê cîhaneke fireh e، cîhanek e tijî raman e؛ loma ev tenê pêkenokek û şanogeriyeke mezin e.

 

Dilêr Aydogan: Gelo helbest dibe mijara pêşbaziyê? Sazkirina “pêşbaziyên helbestê” ji bo ruhê hunerê tê çi wateyê; gelo ev yek helbestê bi pêş dixe yan wê dike amûreke xelat û payeyan?

Dilovan Ali: Pêşbaziya helbestê? Ji vê re tenê pêkenok tê gotin. Pêkenokek zêde... Helbest ne pîvanekî çendayetî (quantitative) ye ku lîjneyek biryarê li ser bide; helbest teqîneke ji nişka ve ye.

Jean-Paul Sartre dibêje: "Nivîskarê ku dikeve nava pêşbaziyan, êdî ne mirovekî azad e; ew bûkokeyek e ku dixwaze li gorî pîvanên desthilatdaran an lijneyan bilîze."

Loma pêşbaziya helbestê cureyek ji kolekirin û danîna sînoran e ji bo wêjeyê. Nabe wêje di çarçoveyeke teng de were biçûk kirin.

 

Dilêr Aydogan: Helbesta te ya Bakurname, mîna xalîçeyeke ku bi keder û rûmeta bajaran hatî rêsandin xuya dike. Gelo te di vê nexşeya peyvan de xwest tu bibî dengbêjê bajaran, an te hewl da ku tu li ser xirbeyên raboriyê “welatekî ji peyvan” ava bikî? Çi bû ew tîna ku tu ber bi vê kaniya Bakur ve birî?

Dilovan Ali: Tu dizanî ku ez hertim di nava bajaran de li pey ziman, wêne û ramanên nû digerim. Bajarên dûr ji bo min mîna xwedawendekî di nav serê min de ne. Ez û Bakurê Kurdistanê 24 salên berdewam in em bi hev re ne. Bi rastî cara yekem di sala 2023an de min Bakurê Kurdistanê dît; nêzîkî mehêkê li wir mam û piraniya bajaran geriyam. Ezmûneke cuda û heta astekê ecêb bû. Gava ku ji bo cara yekem di kolanên Amedê de meşiyam, an jî gava ku min li ser Kela Amedê li malên wêranbûyî yên Sûrê temaşe dikir, dema ku ez li Cizîrê li ber çemê Dîcleyê min li rêyên dûr dinêrî, min hîs dikir ku ruhê min li ber çavên min mîna kevokeke birîndar hildipeke.

Heybeta esmanê Bakur tiştekî pir cuda ye. Gava ku tu li Mêrdînê, li Amedê an jî li Cizîrê li esmanê dinêrî, bi taybetî di dema rojavabûnê de, esman ne zer e, sor e; ji ber ku xwînê her derê dorpêç kiriye. Xwîna dîrokê, xwîna xedrê, xwîna negihîştinê û xwîna xwînê... Tu dizanî ku em Kurd mehkûmî mirin û xwînê ne; em rêwiyên navbera pûçbûn û nebûnê ne.

Ziman li Bakur naşibe zimanê tu derên din. Loma gava min helbesta "Bakurname" nivîsand, hewcedarî pê hebû ku ez mejî û ruhê xwe bi birîndarî deynim ser kaxezê û paşê binivîsim. Ez dikarim bibêjim ku min hebûna xwe bi vî tekstî re têklihev kiriye da ku karibim binivîsim.

 

Dilêr Aydogan: Wek pirsa dawî; bi nêrîna te, nifşê me yê nû yê ku di qada wêjeyê de ne, divê bi kîjan awayî li dinyaya nivîsandinê binêrin?

Dilovan Ali: Bi rastî ez ji şîretkirinê hez nakim؛ ez tenê dikarim şîretan li xwe bikim ka ez 'çi' û 'çawa' dinivîsim. Mirov mehkûmê xwe bi xwe ye. Lê belê ew kesê ku dinivîse، divê berî ku destê xwe bibe peyvan، xwendevanekî baş be. Bi awayekî Dekartî: "Ez dixwînim، loma ez dizanim çi dinivîsim."