Endamekî bloka Partiya Demokrat a Kurdistanê; el-Zeydî hefteya bê serdana Hewlêr

30 nîsan 2026 22:16

Dr. Zîrek Zêbarî, endamê parlementoya Iraqê ji fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), roja Pêncşemê diyar kir ku Elî Zeydî, ku bi avakirina hikûmeta federal hatiye erkdarkirin, dê hefteya bê serdana Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê bike da ku li ser vegera partiyê bo parlementoyê û hikûmeta federal a li Bexdayê nîqaş bike.

Zeydî hefteya bê serdana Hewlêrê dike

RûpelNews - Li gorî nûçeya BasNewsê, Zêbarî diyar kir ku Elî Zeydî, ku bi avakirina hikûmeta federal hatiye erkdarkirin, "hefteya bê dê bigihêje Hewlêrê, li wir biryar e ku bi rêveberiya Partiya Demokrat a Kurdistanê re bicive".

 

Wî zêde kir ku "serdan dê pêşkêşkirina daxwazek fermî ji bo Partiya Demokrat a Kurdistanê ji bo vegera bo parlementoya Iraqê û beşdarbûna di hikûmeta federal de di nav xwe de bigire."

Zêbarî her wiha destnîşan kir ku "hemû blokên siyasî dizanin ku nebûna Partiya Demokrat a Kurdistanê di nav parlamentoya Iraqê de bûye sedema rewşek nehevsengiyê."

Divê bê zanîn ku bloka Partiya Demokrat a Kurdistanê li parlamentoya Iraqê di 18ê vê mehê de biryar dabû ku "rûniştinên parlamentoyê heta agahdariyeke din boykot bike", ji ber binpêkirinên eşkere yên destûr û qanûnan û paşguhkirina prensîbên şirîkatî, hevsengî û lihevkirinê.