Serokomarê Îranê serdana Bexda û Hewlêrê dike
PeyamaKurd – Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkyan di çarçoveya yekemîn hevdîtinên xwe yên bi derve de wê roja Çarşemê serdana Iraqê bike.
Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkyan di çarçova yekem hevdîtinên xwe yên bi derve de wê roja Çarşemê serdana Iraqê bike.
Tê çaverêkirin ku Mesûd Pezeşkiyan bi îmzakirina rêkeftina ewlehiyê ya di navbera Iraq û Îranê de, li ser xurtkirina pêwendiyên siyasî, çandî û aborî yên her du welatan gotûbêj bike.
Balyozê Îranê yê li Iraqê Mihemed Kazim El Sadiq di daxuyaniya xwe ya berê de diyar kiribû ku serdan wê li ser vexwendina fermî ya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî pêk were.
Sadik diyar kir ku tê çaverêkirin Serokomarê Îranê serdana Besra û Hewlêrê bike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin