Wezîrê Derve yê Îranê li Bexdayê ye, wê serdana Hewlêrê jî bike

19 tîrmeh 2020 13:59
Wezîrê Derve yê Îranê li Bexdayê ye, wê serdana Hewlêrê jî bike

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf îro bi serdaneke fermî gihîşt Bexdayê û ji aliyê Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ve hat pêşwazîkirin. Hat ragihandin ku wê Zerîf piştre serdana Hewlêrê jî bike.

Li gorî zanyariyan Zerîf bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, Emîndarê Giştî yê Rêxistina Bedir Hadî Amirî, Serokomarê Iraqê Berhem Salih, Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê Fayiq Zîdan, Serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyaz, Serokê Parlemana Iraqê Mihemed Helbûsî û Serokê Tevgera Hîkme Imar Hekîm re dicive.

Yek ji mijara herî girîng a bê gotûbêjkirin, qayîmkirina peywendiyên navbera Îran û Iraqê ye, ji hemûyî jî girîngtir berî du rojan Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ji niha û şûnde ew bi hevahengiya ligel Encûmena Hevahengiya Kendavê ji Kendavê elektrîkê bo Iraqê dabîn dikin, bi vê jî zerareke mezin digihe Îranê, ji ber beşeke zêde ya elektrîka Iraqê ji aliyê Îranê vet ê dabînkirin.

Ev Serdana Wezîrê Derve yê Îranê bo Iraqê, li demeke ku Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî sibe 20ê Tîrmehê bi serokatiya şandeke bilind diçe Siûdî û hejmarek rêkeftinnameyan îmze dike pêk hat.