Sanda Hewlêrê îro serdana Bexdayê dike

08 mijdar 2023 13:45
Sanda Hewlêrê îro serdana Bexdayê dike

PeyamaKurd – Îro şandeke Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina hilbijartinên bê yên parlamentoyê wê serdana Bexdayê bike.

Berdevka Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinan Cumana Galayî di daxuyaniya xwe de ragihand, îro şandeke Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina hilbijartinên parlamentoyê wê serdana Bexdayê bike.

Berdevk Galayî diyar kir ku Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê bernameya hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê pesend kir.

Galayî eşkere kir, wê sibe komîsyon bi şanda Hewlêrê re li ser amadekariyên hilbijartinên Herêma Kurdistanê bicive û got, kampanyaya hilbijartinê wê 40 rojan bidome.

Berpirsê Ofîsa Hevrêzî û Çavdêriya Herêma Kurdistanê Ebdulhekîm Hasro da zanîn, şandeke Hewlêrê ji bo amadekariyên hilbijartinên pêşwext ên parlamentoyê wê biçe Bexdayê.