Sanda Çavdêriya Darayî ya Iraqê serdana Hewlêrê dike

07 hezîran 2024 20:03
Sanda Çavdêriya Darayî ya Iraqê serdana Hewlêrê dike

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku 8ê Hezîranê roja Yekşemê şandeke Dîwana Çavdêriya Darayî ya Iraqê ji bo hûrbîniya di lîsta mûçeyên hêzên ewlehiyê, xercî û dahatên 3 mehan serdana Hewlêrê dike.

Wê şanda Dîwana Çavdêriya Darayî ya Iraqê di serdana Hewlêrê de, bi Dîwana Çavdêriya Darayî ya Herêma Kurdistanê re hûrbîniyên di lîsta mûçeyên mehên Nîsan û Gulanê yên hêzên ewlehiyê û xercî û dahatên sê mehan ên Herêma Kurdistanê de bike.

Li gorî zanyariyan, piştî temambûna raporta Dîwana Çavdêriya Darayî, wê navê mûçexwiran bi kod ji Bexdayê re bên şandin ji bo ku mûçeyên du mehan ên hêzên ewlehiyê bên şandin.

Herwiha piştî ku hûrbînî di dahat û xerciyan de hatin temamkirin, wê ew raport pêşkêşî Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê kirin. Şanda Çavdêriya Darayî sibe dest bi karên xwe dike.