Sê Helbestên Fazil Ezawî
Sê helbestên helbestvanê Îraqî Fazil Ezawî bi wergera Dilovan Ali
Sê helbestên Fazil Ezawî
Qumarbaz
cîhanê li ber xwe
li ser sifrê deyne
û parçe parçe
qumarê pê bilîze..!
qumarê li ser roj û heyvê bilîze!
heke te winda kir,
ronahiya stêrkan ji te re dimîne.
qumarê li ser darên daristanan û baxçeyan bilîze!
heke te winda kir,
qumarê li ser biyaban û deryayê bilîze
qumarê li ser bajar, gund û kolanan bilîze
min hertim şikeft û binzinar hez kirine
qumarê li ser zêr û zîvan bilîze!
tu dikarî xezîneyên xwe tije ax jî bikî..
qumarê li ser xwedê bilîze!
heke te winda kir, herî kêm şeytan ji te re dimîne..
li hemberî odeya te ya tije dûman
bêaram rûdinê û li benda te dimîne..
îca bi yekcarî qumarê li ser her tiştî bilîze
çi xema te ye tu bi ser bikevî an winda bikî?
madem tu dizanî careke din..
heta dawiyê lîstikê dilîzî.
***
Kuştiyê ku çend caran tê kuştin
ji zemanekî bo zemanekî din,
kuştî ji çala xwe dertê,
toz û xubarê ji rûyê xwe dadixîne,
û rê, pêyên wî dibin bazarê.
xelk wî digirin:
– dîsa tu reviyayî!
di şahiya esîran de
xwîna wî dirijînin.
şevekê, kuştî vedigere çala xwe
û xelk jî li bajêr
li ser karên xwe vedigerin.
***
Karwanê Bêdeng
min destên xwe xistine berîkên xwe yên qul,
di kolanê re derbas dibim
min ew dîtin,
bi dizîka,
ji pişt cama çayxane û dikanan
li min dinêrin..
paşê bi lezûbez dertên û li pey min dikevin..
bi zanatî rawestiyam ku cixareyekê vêxim
min li pişt xwe nêrî
mîna kesê ku bi piştê
xwe ji bayê diparêze..
min li karwanê bêdeng temaşe kir:
diz, padişah, kujer, pêxember û helbestvan
ji her derê ve baz didin
û li pey min in,
li benda nîşaneke min in..
bi ecêbmayî min serê xwe zivirand
min rêya xwe berdewam kir,
min fîtik jî lê dida
awazê straneke kevneşop
min xwe wisa nîşan dida
weke ku di fîlmekî de dilîzim
hemû ew ê ku divê bikim ew e
heta dawiya tehliyê, hertim ber bi pêş ve herim.
Ji Erebî: Dilovan Ali
#Kurdistan #Wêje #Amed #Helbest #Werger
