Stranbêjê kurd Emîn ê Erbanî koça dawî kir

18 adar 2026 16:04

Stranbêjê kurd Emîn ê Erbanî, ku demek bû ji ber pirsgirêkên tenduristiyê hebûn, îro koça dawî kir.

Stranbêjê kurd Emîn ê Erbanî koça dawî kir

RûpelNews - Li gorî medyaya herêmî, Emîn ê Erbanî, ku nêzîkî sê salan bû ji ber nexeşiyeke giran dihat dermankirin, van demên dawî rewşa wî girantir bû û piştre ew rakirin nexweşxaneyeke taybet a li Mêrdînê. 

Hat ragihandin ku rewşa Erbanî ber bi xirabiyê ve çû û ji ber têkçûna bêhnstandinê rakirin beşa lênêrîna giran û hate entûbekirin.

Hat eşkerekirin ku, tevî hemû destwerdanên bijîşkî, Erbanî îro çû ser dilovaniya xwe.

Tê payîn ku Erbanî li bajarokê xwe yê jidayikbûnê, navçeya Mêrdînê Qoserê, were veşartin.

Emîn ê Erbanî kî ye?

Navê wî yê rastîn Mehmet Emin Erdem e û li gundê Erbanî yê ser bi navçeya Qoser a Mêrdînê ji dayik bûye.

Ew di ciwaniya xwe de bi muzîkê re mijûl bû û bi stranên ku li dawetan digot navdar bû.

Erbanî, ne tenê li Mardînê lê herwiha li parêzgehên cîran jî li dawetan stranan digot, bi saya kesayetiya xwe ya rengîn din av civakê de gelek ji wî dihat hezkirin.

Emîn ê Erbanî 60 salî bû.