Li Qamişloyê yekemîn saziya çanda Kurdî
Li Qamişloyê yekemîn navenda hunerî ya taybet bi zimanê kurdî hat vekirin.
RûpelNews - Di pêngaveke çandî û hunerî ya yekem de li herêmên kurdî yên Sûriyê, li bajarê Qamişloyê navenda "KOM" ya dublaj û hilberîna hunerî hat vekirin. Roja vekirina navendê di 15ê Gulanê de hat diyarkirin ku ev roj bi daxuyaniyeke sembolîk û kûr ve girêdayî ye; ji ber ku ev dîrok "Roja Zimanê Kurdî" û salvegera derçûna kovara "Hawarê" ya sala 1932an e.
Navenda "KOM" armanc dike ku valahiya mezin a di pirtûkxaneya hunerî ya kurdî de tijî bike. Navend dê rêzefîlm, belgefilm û kartonên zarokan wergerîne û bi zimanê kurdî dublaj bike. Ev proje dixwaze hebûna zimanê kurdî di qadên hunerî û medyayê de xurt bike û berhemên profesyonel pêşkêşî hemû beşên civakê, bi taybetî zarokan, bike.
Ji xewnê ber bi rastiyê ve
Rêveberê kompanyayê, Lazar Elî, diyar kir ku fikra vê projeyê ne nû ye û ji sala 2012an ve hebû, lê ji ber mercên şer û aloziyên li herêmê, cîbicîkirina wê bi salan hat paşxistin. Elî destnîşan kir ku ev navend îro ji bo parastina nasnameya kurdî "pêdiviyeke mezin" e û deriyên saziyê ji bo lîstikvan, endezyarên deng û ciwanên xwedî behre vekirî ne.
Pîvanên profesyonel û perwerde
Rêveberê navendê eşkere kir ku wan xuleyeke perwerdeyê ya taybet li ser lîstikvaniya deng, endezyariya deng û derhêneriyê bi dawî kiriye. Wî got: "Dublaj hunerekî serbixwe ye û ji karê sînemayê yê klasîk cuda ye." Elî her wiha anî ziman: "Em di dublajkirina fîlmên karton de armanc dikin ku kurdiyeke resen û zelal bidin zarokan da ku ew zimanê xwe yê dayikê bi awayekî kêfxweş û kûr hîn bibin."
Planên firehkirinê û derfetên kar
Navendê bi du studyoyên nûjen dest bi xebatên xwe kiriye, lê plan heye ku di pêşerojê de ev hejmar bibe zêdetirî deh studyoyan. Tê pêşbînîkirin ku ev navend derfetên kar ji gelek hunermendên herêmê re peyda bike; ji ber ku di her projeyeke hunerî de dibe ku pêdivî bi zêdetirî 50 lîstikvanên ji temenên cuda hebe.
Di heman çarçoveyê de, rêveberiya navendê banga piştgiriyê li kanalên televîzyonê û kompanyayên hilberînê yên kurdî kir ku bi peymanên dublajê piştgirî bidin vê pêngava nû.
Peyameke çandî
Rêvebera "KOM"ê, Rûmet Beko, tekez kir ku ew dixwazin berhemên cîhanî ji ziman û çandên cuda wergerînin kurdî. Wê got ku armanca wan a sereke "xizmeta gelê kurd, pêşxistina zimanê kurdî û bilindkirina asta wî di qada hunerî û çandî de ye."
Hêjayî gotinê ye ku vekirina vê navendê li nava derdorên çandî yên Qamişloyê bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin û wekî platformeke nû ya afirîneriya bi zimanê dayikê hat nirxandin.
