Yekemîn Pêşangeha Pirtûkên Kurdî li Hewlêrê dest pê kir

04 hezîran 2026 11:07

Yekemîn Pêşangeha Pirtûkên Kurdî li Hewlêrê dest pê kir

Yekemîn Pêşangeha Pirtûkên Kurdî li Hewlêrê dest pê kir

RûpelNews - xRêwresma vekirinê li Pêşangeha Navneteweyî ya Hewlêrê hat lidarxistin û tê de hejmareke berçav a berpirsên hikûmî, kesayetên siyasî, nivîskar, rewşenbîr û xwendevan amade bûn. Biryar e deriyên pêşangehê heta 10ê Hezîrana îsal li ber mêvanan vekirî bimînin.

Milyonek pirtûk û 10 hezar sernav

Pêşangeha ku bi dirûşma "Bi Kurdî Binivîsin, Bi Kurdî Bifikirin" hatiye vekirin, zêdetirî 10 hezar sernavên cuda û bi giştî nêzîkî milyonek pirtûk pêşkêşî xwendevanan dike. Berhemên hatine nîşandan warên curbecur ên wekî siyaset, ol, dîrok, civaknasî û aborî li xwe digirin û bi hemû zaravayên zimanê kurdî ne.

Hewlêr: Tevî kêşeyan ronahiya çandê ye

Ev pêşangeha taybet piştî wê yekê hat lidarxistin ku îsal ji ber rewş û aloziyên li herêmê, Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Hewlêrê ya asayî nehat sazkirin. Rêxistinkarên vê çalakiyê xwestin ku ev xul tenê ji bo pirtûkên bi zimanê kurdî be û berhemên nivîskarên her çar parçeyên Kurdistanê yên ku li Herêmê niştecih in, li xwe bigire.

Ev pêşangeh ji bo xwendevan û lêkolîneran fersendeke zêrîn e ku berhemên herî nû yên kurdî bibînin. Her wiha piştgiriyeke xurt e bo tevgera nivîsîn û weşangeriya bi zimanê kurdî û xurtkirina rola dîrokî ya Hewlêrê wekî navendeke ronahî û çanda herêmê.