Şîfa Barzanî: Bi piştgiriya Serokwezîr em pirtûkên kurdî digihînin derveyî welat

27 hezîran 2026 21:04

Di Yekemîn Kongreya Federasyona Navneteweyî ya Zimanê Kurdî de, projeyeke hevbeş ji bo hînkirina zimanê kurdî bi awayê online ji bo zarokên li 35 welatan hat ragihandin.

Şîfa Barzanî: Bi piştgiriya Serokwezîr em pirtûkên kurdî digihînin derveyî welat

RûpelNews - Li bajarê Dusseldorfê yê Almanyayê, Yekemîn Kongreya Federasyona Navneteweyî ya Zimanê Kurdî hat lidarxistin. Di kongreyê de, Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê û Revenda Kurdistanî projeyeke nû ya perwerdehiyê ragihandin. Li gorî vê projeyê, dê dersên zimanê kurdî bi awayê online bigihêjin zarokên kurd ên li 35 welatên cuda yên cîhanê dijîn.

Yek ji xalên herî girîng ên projeyê ew e ku pirtûkên xwendinê ne tenê bi zaravayekî, lê belê bi zaravayên cuda (Kurmancî û Soranî) û bi her du alfabeyên kurdî (Latînî û Aramî) bên amadekirin. 

Zimanê kurdî tê fêrkirin

Rêvebera Perwerdehiya Kurdî ya li Derveyî Welat Peyman Xiwace derbarê hûrgiliyên projeyê de ji bo Kurdistan24ê axivî û da zanîn, ji sala 2022yan ve heta niha wan 4 kursên fêrbûna zimanê kurdî li dîasporayê pêşkêş kirine. Xewace diyar kir ku her kursek 6 meh dom kiriye û di destpêkê de ders bi zaravayên Soranî û Badînî dihatin dayîn.
Peyman Xiwace her wiha destnîşan kir ku piştî îmzekirina yadaştnameyek hevtêgehiştinê di navbera Wezareta Perwerdeyê û Revenda Kurdistanî de, zaravayê Kurmancî jî li bernameya kursan hatiye zêdekirin.

Xabatên Revenda Kurdistanî

Li gorî agahiyên ku Peyman Xiwace parve kirine, Revenda Kurdistanî niha çavdêriya dibistanên kurdî li 35 welatan dike. Heta niha di pergala "e-perwerde" de 3 hezar û 500 xwendekar hatine tomarkirin û ev hejmar her ku diçe zêdetir dibe.

Serperştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî Şîfa Barzanî di Yekemîn Kongreya Federasyona Navneteweyî ya Zimanê Kurdî de gotarek pêşkêş kir û tê de ragihand, li gorî vê yadaştnameyê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê pirtûkên xwendinê bi her du alfabeyên Aramî û Latînî ji bo dibistanên li derveyî welat dabîn bike. Herwiha destnîşan kir ku bi rêya perwerdehiya online, ew dixwazin hînkirina zimanê kurdî bigihînin her maleke kurd li seranserê cîhanê.

Spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir

Serperştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî di axaftina xwe de spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir ji bo rola wî ya girîng û piştgiriya wî ya di serxistina vê rêkeftinê de.

Şîfa Barzanî bal kişand ser girîngiya parastina ziman û got: "Zimanê me, zimanê bav û kalên me ye û erkê me ye em biparêzin." Barzanî her wiha bang li sazî û malbatan kir û got: "Heke federasyon, dibistan û malbatên kurd dest bidin hev, em dikarin li dîasporayê bingeha zimanekî kurdî yê standard ava bikin." (K24)