Li Amerîkayê biryara “Meha çanda kurdî”
Li bajarê Manassas Park, ku di eyaleta Virginia ya Amerîkayê Meclîsa Bajarê meha Adarê bi fermî wekî “Meha Mîrata çandî ya kurdî” ragihand. Şaredar Alanna Mensing got ku ev biryar ji bo rêzdarkirina çanda gelê kurd û nîşandanîna hevalbendiyê bi sivîlên kurd ên li sûriyê hatiye dayîn.
RûpelNews - Li bajarê Manassas Park ya li eyaleta Virginia ya Amerîkayê, meha Adar bi fermî wekî “Meha mîrata çandî ya kurdî” hate ilan kirin. Ev biryar ji aliyê Encûmena Rêveberiya Bajarê ve hate pejirandin.
Şaredara bajarê Manassas Parkê, Alanna Mensing, di daxuyaniyeke ku roja 18ê Sibata 2026an de kir, got ku armanca biryarê ew e ku fedakariyên gelê kurd û mîrata wî ya çandî were rêzdar kirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku ji dema destpêka pevçûnan li Sûriyê ve, civakên kurd bi krîzên giran ên mirovahî re rû bi rû mane. Di nav van krîzan de koçberbûn, windabûna canan û tehdîdên komên tundrew hatin binavkirin.
Biryara Meclîsê herwiha bal da ser vê yekê ku, tevî şert û mercên dijwar, kurdan di têkoşîna
“Sivîlên kurd hîn jî di bin xetereyê de ne”
li dijî terorê de û di pêşxistina jiyanê hevpar de rolek girîng lîstiye.
Di beşeke din a daxuyaniyê de hat gotin ku pevçûnên ku hîn jî didomin, belirsiyên siyasî û tansiyona herêmî, sivîlên kurd hîn jî di bin xetereyê de dihêlin. Di metnê de hatî destnîşan kirin ku ev rewş dikare ewlehî, şeref û hêviya paşerojek aştiyane bixe nav tehdîdê.
Peyama hevalbendiyê bi gelê kurd
Di biryarê de herwiha hate bîranîn ku gelê kurd salan e ku ji bo hemwelatîbûna wekhev, parastina mafên mirovan, nasandina nasnameya çandî û jiyana aştiyane ya hevpar daxwazên xwe dide.
Encûmena bajarê Manassas Parkê bi vê biryarê re bi fermî hevalbendiya xwe bi gelê kurd ê li Sûriyê ragihand û meha adarê li bajêr wekî “Meha mîrata çandî ya kurdî” ilan kir.
Di beşa dawî de bang hate kirin ku ji bo parastina sivîlan, pêşxistina rêveberiyeke hemûkesî û dîtina çareseriyeke adil û mayînde ji bo şerê li Sûriyê, divê hewlên dîplomatîk û alîkariya mirovahî were domandin.
