Ji bo Jîna Emîniyê grev: Li Rojhilatê Kurdistanê kolan vala man
Li ser banga hevpeymaniya hêzên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, bi minasebeta salvegera çaremîn a canjidestdana Jîna Emîniyê li gelek bajaran greva giştî dest pê kir.
RûpelNews - Dikan û bazar di çarçoveya grevê de hatin girtin û kolan vala man. Hevpeymaniya şeş partiyên sereke yên Rojhilatê Kurdistanê ji bo bibîranîna salvegera 4emîn a canjidestdana Jîna Emîniyê daxuyaniyek belav kiribû.
Hêzên siyasî di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku piştî 4 salan jiyana xelkê di warê aborî û civakî de gihîştiye asta xwe ya herî xerab.
Ji ber vê yekê, wan ji xelkê xwestibû ku 16ê Îlonê greva giştî ragihînin û dikan û bazaran bigirin.
Xelkê dikan û bazar girtin
Xelkê parêzgehên Urmiye û Sineyê bersiv da banga hêzên siyasî û ji serê vê sibehê ve dest bi grevê kir.
Li gorî zanyariyan li bajarên Seqiz, Bokan, Merîwan, Dîwandere û gelek navendên din dikan girtî ne û kolan vala ne.
Jîna Emînî kî bû û çi qewimî?
Jîna Emînî keçeke kurd a 22 salî bû û ji bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê bû.
Ew 13ê Îlona 2022yan dema ku çûbû Tehranê, bi hinceta ku hîcaba wê "ne guncav e" ji aliyê "polîsên exlaqê" ve bi awayekî nerewa hat desteserkirin û şkencekirin.
Jîna Emînî 16ê Îlona 2022yan 3 rojan piştî desteserkirinê, li nexweşxaneyekê canê xwe ji dest da.
Termê wê 17ê Îlona 2022yan li bajarê Seqizê hat veşartin.
Wê demê bavê Jînayê ji ragihandibû ku keça wî ji ber lêdan û şkenceya polîsan canê xwe ji dest daye.
Lê rayedarên Îranê ev îdia red kirin û got ku Jînayê bi awayekî "sirûştî" canê xwe ji dest daye.
Çirûska xwenîşandanan: Jin, Jiyan, Azadî
Piştî ku Jîna Emîniyê canê xwe ji dest da, destpêkê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û paşê li Îranê bi hezaran kes derketin kolanan.
Bi pêşengiya jinan û bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" pêleke mezin a xwenîşandanan dest pê kir.
Her ku desthilata Îranê zordestiya xwe zêde dikir, xwenîşanderan jî bêhtir daxwaza azadiyê dikir.
Ew xwenîşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê piştî demeke kurt veguherîn bangên ji bo rûxandina rejîmê û bûn tevgera herî mezin a dehsalên dawî yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê. (Rûdaw)
