Pistî banga partiyan, li seranserê Rojhilatê Kurdistanê greva gistî dest pê kir

22 rêbendan 2025 16:23
Pistî banga partiyan, li seranserê Rojhilatê Kurdistanê greva gistî dest pê kir

PeyamaKurd – Li dijî erêkirina cezayê darvekirinê ya girtiyên siyasî yên kurd Pexşan Ezîzî û Werîşe Miradiyê, 6 partiyên Rojhilatê Kurdistanê banga greva giştî li kurdistaniyan kiribû. 

Di çarçoveya bangê de îro li seranserî bajarên rojhilatê Kurdistanê greva giştî hat destpêkirin.

Ji saetên sibehê ve li seranserî Rojhilatê Kurdistanê li dijî erêkirina cezayê darvekirinê ya girtiyên siyasî yên Kurd Pexşan Ezîzî û Werîşe Miradiya greva giştî hat destpêkirin û li gelek bajaran dikan nehatin vekirin.