Li Rojhilatê Kurdistanê tanker teqiya: 11 kes mirin
Di encama teqîna tankereke sotemeniyê li nêzîkî bajarê Sineyê li Rojhilatê Kurdistanê 11 kesan jiyana xwe ji dest dan, 7 kes jî birîndar bûn. Lêpirsînên destpêkê îşaret bi kêmasiyekê di sîstema frênê ya tankerê de kirin.
RûpelNews - Qeza roja Şemiyê, 5ê Îlonê, li ser rêya Sine û Hemedanê, li nêzîk navenda polîsê trafîkê ya li ber deriyê bajêr qewimî.
Li gorî ajansa nûçeyan a dewleta Îranê IRNAyê, tankera ku kontrola xwe winda kiribû, li gelek wesayîta da û qelibî. Piştî qelibînê, sotemeniya di tankerê de agir girt û teqîneke dijwar pêk hat.
Tanker, ku dihat ragihandin ku nêzîkî 20 hezar lître sotemenî hildigirt, ligel wesayîtên din ên ku di qezayê de bûn, bi temamî şewitîn. Hejmareke mezin a agirkuj, ambûlans û tîmên lêgerîn û rizgarkirinê ji bo cihê bûyerê hatin şandin.
Navenda Bersivdana Lezgîn a Parêzgeha Kurdistanê ragihand ku di qezayê de 11 kesan jiyana xwe ji dest daye û heft kes jî birîndar bûne. Kesên birîndar bo nexweşxaneyên li Sineyê hatin veguhestin û li gorî agahiyan rewşa hinek ji wan giran e.
Lêpirsînên destpêkê nîşan didin ku qeza ji ber xirabiyeke teknîkî di sîstema frênê ya tankerê de qewimiye. Ji bo destnîşankirina sedema teqez a qezayê lêpirsînek hatiye destpêkirin.
Di sala 2018an de jî, li Sineyê di qezayeke di navbera tankereke sotemeniyê û otobuseke rêwiyan de 15 kes mirîbûn û 4 kesên din jî birîndar bûbûn.
