Li Amedê çavdêrên îtalî hatin desteserkirin, dê werin dersînorkirin

31 adar 2019 20:21
Li Amedê çavdêrên îtalî hatin desteserkirin, dê werin dersînorkirin

PeyamaKurd - Li Bakurê Kurdistanê bajarê Amedê, li navçeya Dara Hênê, çavdêrên hilbijartinan yên îtalî hatin girtin.

Li ser banga Partîya Demokratik a Gelan (HDP) duhî ji 90î zêdetir, çavdêrên hilbijartinan ên ewropî hatibûn Amedê. Ev çavdêrên hilbijartinan ji 10 welatên Yekîtîya Ewropayê (YE), li ser bajarên Bakurê Kurdistanê hatibûn wezîfedarkirin yên Dara Hênê ku Îtali bûn, hatin girtin.

Şanda îtalî Sonia Helene Rosset û Noemi Colombo li Asayişa Dara Hênê tên ragirtin.Hate ragihandin ku ev şanda îtalî, dê bihê deportkirin.