Li Amedê operasyon: 24 kes hatin desteserkirin

13 tebax 2024 17:06
Li Amedê operasyon: 24 kes hatin desteserkirin

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê îro di gellek operasyonên cuda yên ewlehiyê de 24 kes hatine desteserkirin.

Tîmên Şaxa Asayîşê ya Rêveberiya Ewlehiyê ya Amedê vê sibehê bi tawanbariyên gulebarankirin, gefxwarin, birîndarkirin û diziyê bi ser gelek malan de girt.

Hate zanîn ku di operasyonan de 24 kes hatine desteserkirin.

Hate ragihandin ku kesên hatine desteserkirin bi tawanbariyên cuda biryara wan a desteserkirinê hebû ye.

Di nav kesên desteserkirî de 2 kesên 17 salî jî hene.

Di operasyonê de 146 zêrên rib, nîv û mezin ku hatibûn dizîn hatin girtin.

Polîsan 24 kesên desteserkirî birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Amedê.