Li Amedê termê jinekî hat dîtin: 2 kes hatin desteserkirin

10 tebax 2026 18:34

Li navçeya Rêzan a Amedê li çolê termê bêcan ê Gulistan Karadag a 31 salî hat dîtin. Têkildarî bûyerê du gumanbar hatin desteserkirin.

Li Amedê termê jinekî hat dîtin: 2 kes hatin desteserkirin

RûpelNews - Welatiyan di saetên sibehê de dît ku jinek li zeviyeke nêzîkî Taxa gundewarî ya Yeşildallî ya navçeya Rêzan bê tevger ketiye erdê û rewş ji cendirmeyan re ragihandin.

Piştî agahdarkirinê, tîmên cendirme û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Karmendên tenduristiyê piştrast kirin ku jina navborî jiyana xwe ji dest daye.

Di lêkolîna tîmên cendirmeyê ya li cihê bûyerê de, hat tespîtkirin ku kesa jiyana xwe ji dest daye Gulistan Karadag a 31 salî ye. Herwiha otomobîlek ku nêzîkî 100 metre dûrî cihê dîtina Karadag hatibû parkkirin, hate dîtin.

Piştî temambûna lêkolîna li cihê bûyerê, termê Karadag ji bo otopsiyê û tespîtkirina teqez a sedema mirinê, bo Saziya Tipa Edlî hat şandin.

Tîmên cendirmeyê du gumanbarên ku tê texmînkirin têkiliya wan bi bûyerê re heye, desteser kirin.

Lêpirsîna ji bo zelalkirina hûrgiliyên bûyerê berdewam dike.