Termên du xwişkan di nav çemekî de hatin dîtin
Du xwişkên 65 û 60 salî, ku serê sibê ji bo komkirina findiqan ji mala xwe ya li navçeya Çamaş a Orduyê derketibûn, demekê winda bûn û agahî ji wan nehat wergirtin. Piştî lêgerîna xizmên wan, termên bêcan ên her du xwişkan di nav nivîna çemekî de hatin dîtin.
RûpelNews - Bûyer li Taxa Sarıyakup a navçeya Çamaşê pêk hat.
Li gorî agahiyan, piştî ku xizmên wan nikaribûn ji bo demeke dirêj têkiliyê bi Fatma Gumuş (65) û xwişka wê Melehat Gumuş (60) re deynin, rewş ji Navenda Banga Lezgîn a 112an re ragihandin.
Li ser vê yekê, li herêmê operasyoneke lêgerînê hate destpêkirin. Di dema lêgerîna ku ji aliyê xizmên wan ve dihat kirin de, her du xwişk di nav nivîna çem de hatin dîtin.
Piştî agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di encama kontrolê de, karmendên tenduristiyê piştrast kirin ku Fatma û Melehat Gumuş jiyana xwe ji dest dane.
Hat ragihandin ku her du xwişk serê sibê ji bo komkirina findiqan ji mala xwe derketibûn.
Ji bo diyarkirina sedema mirina her du xwişkan lêpirsîn hate destpêkirin û xebatên tîmên cendirmeyan ên têkildarî bûyerê berdewam dikin.
