Li Amedê dawiya trajîk a evîneke windabûyî: Hestiyên wan piştî 17 salan di şikeftekê de hatin dîtin

23 hezîran 2026 10:50

Li navçeya Çinar a Amedê, di lêpirsînekê de piştî 17 salan hestiyên Arif Ugurlu û Ceylan Aktepe di şkeftekê de hatin dîtin. Hat îdiakirin ku her du kes evîndar bûne û bi biryarê malbatan hatine kuştin. 

Li Amedê dawiya trajîk a evîneke windabûyî: Hestiyên wan piştî 17 salan di şikeftekê de hatin dîtin

RûpelNews - Li gorî îdiayan, Ceylan Aktepe û Arîf Ugurlu, yên ku bi hev re dijiyan, di sala 2010an de piştî ku reviyan winda bûn û ji wê demê ve ti agahiyek ji wan nehat girtin. Kesekî bi navê S.A. di sala 2014an de serî li Serdozgeriya Giştî ya Çinarê da û îdia kir ku her du kes hatine kuştin.

Di lêpirsîna li pey de, di sala 2018an de biryar hat dayîn ku ji bo dozvekirinê hincetên têr nînin, ji ber ku hin şahidan îdia kiribûn ku her du kes ji welat derketine û delîlên têr nehatibûn dîtin.

Doza wan piştî ku bavê Arif Ugurlu, Mehmet Ugurlu, ragihand ku kurê wî hatiye kuştin, ji nû ve hat vekirin. Lêpirsînên Serdozgeriya Giştî eşkere kirin ku Ugurlu û Aktepe ji dema windabûna xwe ve bi tu saziyên fermî re neketine têkiliyê, di hesabên wan ên bankê de tu çalakî çênebûye, wan xetên telefonên xwe yên desta bi kar neanîne û bi xizmên xwe re jî neketine têkiliyê.

Hestiyên ku di şikeftan de hatin dîtin

Bîst kes di operasyoneke ku wekî beşek ji lêpirsîna ji nû ve hatî vekirin de hatin binçavkirin. Di serlêdana Dozgeriya Giştî ya ji bo binçavkirinê de hat gotin ku, li dû xebatên îstixbaratê, hatiye nirxandin ku her du kes piştî biryara rûspiyên eşîra wan hatine kuştin û termên wan li şikeftan hatine hiştin.

Piştre, di dema lêgerînên ku di demên cuda de li sê şikeftên cuda de hatin kirin, hestiyên ku tê bawer kirin yên mirovan in hatin dîtin. Hestî ji bo nasandinê ji bo Beşa Îhtîsasê ya Enstîtuya Tibba Edlî ya Stenbolê hatin şandin. Hat ragihandin ku dema lêpirsîn berdewam dikir, nimûneyên DNAyê ji xizmên Arif û Ceylan a windabûyî dihatin girtin.

Delîlên berbiçav hatin bidestxistin

Li gorî gotinên şahidên nepenî yên ku di dosyeya dozê de cih digirin, tê îdiakirin ku Arif Ugrlu û Ceylan Aktepe piştî girtina xwe radestî endamên malbata wan hatine kirin, li wir biryar hatiye dayîn ku ew bên kuştin û piştre ew hatine kuştin.

Şahidekî veşartî diyar kir ku wî bihîstiye ku muxtarê gund ê wê demê û hin gumanbar her du kesên ku direviyan girtibûn bin çavdêriya xwe, piştî wê Arif Ugurlu bi derb û daran kuştin û Ceylan Aktepe jî ji serê wê hat gulebarankirin.

Hat destnîşankirin ku tomarên dengî yên ku di çarçoveya çavdêriya teknîkî ya ji aliyê dozgeriyê ve hatine kirin hatine bidestxistin, li dosyeya dozê hatine zêdekirin; hat nirxandin ku di hin axaftinan de, nîqaş li ser wê yekê hatine kirin ku bûyer li ser kesên taybet bê barkirin, û ku hin gumanbaran daxuyaniyên wisa bi kar anîne ku nîşan didin ku agahiyên wan ên berfireh li ser bûyerê hebûn.

Kesek hat girtin

Ji 20 gumanbarên ku hatibûn binçavkirin, heşt ji wan piştî prosedurên li cendirmeyê hatin berdan. Ji 12 gumanbarên ku ji dadgehê re hatin şandin, li ser 11 ji wan tedbîrên çavdêriya dadwerî hatin danîn, lê Omer Aktepe bi tohmetên "kuştina bi qestî ya ji ber namûsê" hate girtin.
Lêpirsîn berdewam e.