Ji NYyê bo rojhilatê Firatê banga hisyariyê
PeyamaKurd - NYyê ragihand ku ji bo operasyona muhtemel a Tirkiyê bi ser bakurê Sûriyê de ‘xwe ji ya herî giran re amade dikin’. NYyê bang li hemû aliyan kir ku sivîl bêne parastin û ji bo alîkariyên mirovî jî xwest ku rê li ber wan bê vekirin.
Piştî biryara vekişîna hêzên amerîkî ji herêmên sînorî yên Sûriyê û daxuyaniyên Tirkiyê bo operasyoneke muhtemel a li dijî bakurê Sûriyê, Neteweyên Yekbûyî (NY) bang li hemû aliyan kir.
Kordînatorê Alîkariyên Mirovî yên bo Krîza Sûriyê yê NYyê Panos Moumtzis got,“Em wekî NYyê ya berî baş hêvî dikin lê xwe ji bo ya herî xirab re jî amade dikin.” Panos Moumtzis bang li hemû aliyên peywendîdar kir ku alîkariyên mirovî neyên asteng kirin.
Rayedarê NYyê Moumtzis diyar kir ku ji bo îhtimala koçberiyê planeke wan a lezgîn heye û ji bo ku kel û pelên xwarinê û alîkariyên tibbî bêne kirin xwestin kur ê li ber wan vekirî bin û ew neyên astengkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin