Li dijî biryarên bidarvekirinê li Rojhilatê Kurdistanê banga greva gistî hat kirin
PeyamaKurd – Bertekên li dijî erêkirina cezayê bidarvekirina aktîvîsta kurd Werîşe Miradî û Pexşan Ezîziyê zêdetir dibin. 6 partî û rêxistinên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê biryar dan ku di 22yê mehê de li dijî erêkirina bidarvekirinê biryara greva giştî dan.
Di daxuyaniya hevpar de hat diyarkirin ku ji bo cezayê îdamê yê li dijî Werîşe Miradî û Pexşan Ezîziyê divê bi lezgîn gav bên avêtin û hat gotin, “Yek ji van gavan jî îlankirina greva giştî ya li seranserê Kurdistanê ye.”
Di bangê de ji kurdistaniyan hat xwestin ku “Divê hemû cîhên kar, bazar, dibistan bên boykotkirin û hêza yekitiya civakî ji bo bidestxistina armancên siyasî û mirovî bê nîşandan. Werin em careke din nîşan bidin ku Kurdistan bêdeng namîne û dê helwêsteke xurt nîşan bide.”
Navê partiyên siyasî yên ku danezan îmze kirine weha ye:
Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK)
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)
Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK)
Partiya Demokrat a Kurdistan-Îran (PDK-Î)
Civaka Karkerên Kurdistanê
Rêxistina Kurdistanî ya Partiya Komunîst a Îranê (Komel)

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin