HUDA PAR: Heger pêsniyazeke guncav a tifaqê hebe, em ê binirxînin

25 mijdar 2022 19:00
HUDA PAR: Heger pêsniyazeke guncav a tifaqê hebe, em ê binirxînin

PeyamaKurd- Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Zekeriya Yapicioglu, li navçeya Siwêregê ya Rihayê bi muxtarên taxan û nûnerên saziyên sivîl re civînek li dar xist. Yapicioglu bal kişand ser hilbijartinên Tirkiyeyê û li ser tifaqên siyasî nêrîna partiya xwe eşkere kir.

Zekeriya Yapicioglu, di civîna hat kirin de li ser hilbijartinên sala 2023yan axivî û da zanîn ku heger pêşniyazeke tifaqê ya guncav ku ne li dijî rêgezên partiya wan be were kirin, dibe ku ew alîkariyê bikin.

Serokê HUDA PARê got, “Di sala 2018an de jî heman pergal hebû lê belê me namzedên xwe derxist pêş. Em ne di wê fikir û ramanê de ne ku çi dibe bila bibe em bikevin nav tifaqekê yan na em ê li hember pirsgirêka bendavê rû bi rû bimînin, em bikevin hilbijartinê jî em ê nikaribin bikevin parlamentoyê, lewra çi pêşniyaz were kirin, em ê qebûl bikin. Nêrîneke me ya wisa tuneye. Helwest û nasnameyeke me heye û heger pêşniyazeke bi awayekî ku zerarê nede helwesta me hebe, em dikarin hevkariyê bikin. 

Em dikarin di nav tifaqekê de cih bigirin. Lê helwesteke me ya ku 'em ê her dem bi her awayî di nav tifaqê de bin, tuneye. Jixwe pêkan e ku pergala hilbijartinê jî vê pêwîst dike."

HUDA PAR, di 19ê Berfanbara 2012an de hatiye damezirandin û li bajarên bakur û Tirkiyeyê xebatên xwe dimeşîne.