‘Hikûmetê hemû hêza xwe ji bo bicihanîna qanûna çaksaziyê xistiye tevgerê’
PeyamaKurd - Berpirsê Giştî yê Fermangeha Yasayî li Desteya Destpakiya Kurdistanê Muşîr Reşîd Îbrahîm ragihand ku hikûmeta Kurdistanê heta niha di warê bicihanîna qanûna çaksaziyê de karekî baş kiriye û hemû hêza xwe ji bo reforman xistiye tevgerê.
Muşîr Reşîd Îbrahîm ji BasNewsê re daye xuyakirin, qanûna çaksaziyê pêngaveke baş û pêşketî ye ji bo nehîştina gendeliyê û dibêje: “Hikûmeta Iraqê heta niha nekariye karekî wiha bike lê li Herêma Kurdistanê qanûna çaksaziyê hatiye derxistin. Ev jî girîng e û mirov dilxweş dike.”
Muşîr Reşîd Îbrahîm daye zanîn ku çaksazî dê di hemû sektor û waran de were kirin û heta vê gavê jî baş pêş de diçe ku hikûmetê hemû hêza xwe ji bo bicihanîna qanûna çaksaziyê xistiye tevgerê.
Îbrahîm li ser rola Desteya Destpakiyê jî dibêje; “Rola me jî çavdêrîkirin û nehîştina astengiyan e li pêşiya çaksaziyê. Heta niha me erkên xwe baş bicih anîne.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin