SMO û TSK bi  hemû hêza xwe êrîs dibin ser artêsa Esed

28 sibat 2020 01:34
SMO û TSK bi  hemû hêza xwe êrîs dibin ser artêsa Esed

PeyamaKurd- Hat ragihandin ku piştî li Serakibê TSK û SMO bajarokê Serakib a bi ser Idlibê xistin destê xwe, li Serakibê bi desteka artêşa Rûsyayê, artêşa Esed dest bi êrîşeka xurt kir. SOHR ku Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan e ku nevenda wê Brîtanya ye, radigihîne ku di derveyê bajarê Idlibê de, şerekî dijwar diqewime. Li gor ragihandina SOHR ê li gelek cepheyên cuda de şer dewam dike û li Kansafrayê muxalefet biserdikeve.

Hedefa hêzên rejîmê ew e ku Serakibê car din bixe destê xwe û tê gotin ku ji her dû aliyan zayiat zêde ne. SOHR ragihandina xwe weha kir:

“Ji her dû aliyan jî gelek kes jiyana xwe ji dest dane. Ji cîhadvanan 17 kes û ji rejîma Sûriyê 36 kes canê xwe dane. Li Cebel E Zawiye grûbên cîhadî piştî Kansafra û Mazarayê ketine destê rejîmê, SMO û TSK car din êrîş kirine û piştî şerekî dijwar Kansafra ketiye destê cîhadiyan.

Herêm di bin bombebarana erîşên hewayî de ye. Li Cebel El Zawiye û li Hebel Şaşbo 9 leşkerên rejîmê û 14 cîhadî jiyana xwe ji dest dane.”