Esad û El Nahyan, li Îmaratê civiyan
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji aliyê rayedarên Îmaratê ve hatin ragihandin, Serokê Dewleta Suriyeyê Beşar Esad, di çarçoveya serdana fermî de li Îmaratê bi Serokê Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zayid El Nahyan re civiya.
Hat ragihandin ku Beşar Esad piştî ku li balafirgehê ji aliyê Serokê Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zayed Al Nahyan ve hat pêşwazîkirin, bi eskortekê derbasî Koşka Keyîtiyê bû.
Hat diyarkirin ku Esad li koşkê bi merasimeke fermî hat pêşwazîkirin û paşê jî bi El Nahyan re hevdîtinek dualî kir.
Li ser hevdîtina hat kirin, ji aliyê Al Nahyan ve daxuyaniyek hat dayîn û di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Min îro li Îmaratê pêşwaziya Serokê Dewleta Suriyeyê Beşar Esad kir û ji bo baştirkirina pêwendiyên di navbera herdu welatan de me dan û stendinên avaker kirin. Di hevdîtina xwe de her wiha me li ser rêyên zêdekirina hevkariyên bi Suriyê re ji bo lezkirina aramî û pêşketinê li herêmê gotûbêj kir.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin