"Em dixwazin Kurd bi yek dengî biçin Samê"

24 berfanbar 2024 12:05
"Em dixwazin Kurd bi yek dengî biçin Samê"

PeyamaKurd – Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Feysel Yûsif ragihand ku ew dixwazin Kurd bi yek şandê û bi yek dengî biçin Şamê.

Berdevkê ENKSê Feysel Yûsif derbarê civîna doh Duşemê 23.12.2024ê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî re daxuyaniyek da.

Berdevkê ENKSê Yûsif diyar kir ku civîna di navbera ENKS û HSDê de bi beşdariya hevpeymaniya navdewletî erênî bû û da zanîn ku ew dixwazin Kurd bi yek şande û yek deng biçin Şamê.

Feysel Yûsif diyar kir ku ew ji bo rola Kurdan di paşeroja Sûriyeyê de cih bigirin dixebitin û derbarê civînê de ev agahî dan.

Divê di heyama bê de pirsa PKK û hesasiyeta Tirkiyê ya li hember Rojavayê Kurdistanê di navbera her du aliyan de bê gotûbêjkirin û mekanîzmayek ji bo jinavbirina metirsiyan bê avakirin.”