Lavrov: Divê Kurd ji bo diyaloga Samê zelal bin û fêm bikin ku wê Amerîkî biçin

23 berfanbar 2021 00:06
Lavrov: Divê Kurd ji bo diyaloga Samê zelal bin û fêm bikin ku wê Amerîkî biçin

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, ji televizyona rûsî RT re derbarê Amerîka û hêzên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê de, daxuyanî dan.

Lavrov di daxuyaniyên xwe de ji bo hêzên Kurd got ku divê ji bo dîyaloga ligel rêveberiya Şamê zelal bin û herwiha hebûna Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê bi bîr xist û diyar kir, divê bê fêmkirin ku wê Amerîkî ji wê derê biçin.

Lavrov got: armanca Amerîkayê ya li ser hebûna hêzên wan li Rojavayê Kurdistanê zelal e.. Amerîkî venaşêrin ku wan jêderên hidrokarbon û erdên çandiniyê xistine kontrola xwe.”

Di dewamê de jî diyar kir: "Niha hêzên Kurdî bi awayê herî baş xwedî dikin. Vê yekê her kes dizane û herêmên ev pêk tê jî bandorê li niştîngehên eşîrên ereb dike. Ev jî ne li gorî hevsengiya herêmê ye. Dema faktora Kurd bidin ber çavan û têkiliyên Ereb û Kurdan bifikirin wê bê dîtin ku çalakiyên Amerîkayê yên li Sûriyê ji ewlehiya herêmê re nabe alîkar.”

Wezîrê Rûsî got ku divê hêzên Kurd di mijara diyaloga bi Şamê re de biryareke zelal bidin û diyar kir, piştî biryara vekişîna ji Sûriyê ya Donald Trump ji Pentagonê hinekan ji hêzên Kurd re gotine, ew dimînin û vê jî hiştiye ku Kurd ji bo dîyaloga bi Şamê re ne daxwazkar bin, lê divê bê fêmkirin ku wê Amerîkî di dawiyê de ji wir biçin.