Dîroka serjimêriya pîlot hat ragihandin

30 gulan 2024 14:36
Dîroka serjimêriya pîlot hat ragihandin

PeyamaKurd – Li Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo 14 rojan pîlot serjimêrî tê kirin ku ji bo amadekariya yekem serjimêriya tam piştî 27 salan tê kirin.

Di daxuyaniya Desteya Amar û Agahiyên Erdnîgarî ya Wezareta Plandanan a Iraqê de, hat ragihandin ku di çarçoveya amadekariyên serjimêriya giştî de, roja Înê 31.05.2024 dê serjimêriya pilot a 14 rojan were lidarxistin.

"Serjimariya pilot ku sibe destpê dike, wê rêze gavan bigre ku wê nimûneyek ji 100 heta 120 malbatan li her blokê bihewîne û lêkolîner wê daneyan û hejmaran tomar bikin û kolan û avahiyan bijmêrin,"

Serjimêriya pilot a ku wê hemû malbatên di blokên diyarkirî de bên tomarkirin û ji hemû parêzgeh, cih û gundan wê nimûneyên malbatan bên berhevkirin, wê 14 rojan berdewam bike.

Ev 27 sal in li Iraqê serjimêriya giştî nehatiye kirin. Serjimara dawîn di sala 1997an de li 15 parêzgehan hat kirin.