Li dijî cîhadîstan seferberî hate ragihandin

28 berfanbar 2025 15:41

Encûmena Leşkerî ya welatê Nîjerê ji bo şerê li dijî “cîhadîstan” seferberiya giştî ragihand.

Li dijî cîhadîstan seferberî hate ragihandin

EuronuNews- Ajans France Press (AFP) ku agahiyên xwe dispêre daxuyaniya hikumeta Nîjerê da xuyakirin: “Encumena Leşkerî ya Nîjerê seferberiya giştî ji bo şerê li dijî “cîhadîstan” li welêt ragihandiye.”

Hate diyarkirin, piştî civîna encûmenê, hikûmetê ragihand ku li gorî qanûnan, dibe ku kes, milk û xizmet di dema seferberiya giştî de werin bikaranîn. Hate gotin ku ev biryar ji bo parastina welat e.