Dîroka Hilbijartinên Heremî yên Tirkiyê di rojnameya fermî de hat ragihandin
PeyamaKurd - Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YKS) a Tirkiyê takvîma hilbijartinên heremî yên 31ê Adar a 2024an ragihand.
Li gor takvîma hilbijartinan, proseya hilbijartinên heremî dê di 1ê Rêbendana 2024an de destpê bikin û partiyên ku bikarin di hilbijartinan de beşdarî bikin jî dê di 2ê Rêbendanê de bên ragihandin.
Lîsteyên tekezkirî yên navçe û bajêran jî dê di 3ê yê Rêbendanê bên ragihandin.
Takvîma Hilbijartinên Heremî yên şaredariyan li Tirkiyê îro di rojnameya fermî dehat ragihandin
Piştî 1ê Rêbendanê û listeyên namzetan bên ragihandin, dê partiyên siyasî dest bi propagandayên hibijartinan bikin û di ^demjimêr 18:00e 30ê Adar a 2024an de pêvajoya bangeşiyê xilas bibe û di 31ê Adarê de jî dengdayîn bê kirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin