Dîroka serlêdanên namzediyê ên hilbijartinên Parlamena Kurdistanê diyar bû

10 adar 2024 23:55
Dîroka serlêdanên namzediyê ên hilbijartinên Parlamena Kurdistanê diyar bû

PeyamaKurd - Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dema pêşkêşkirina namzedên ku serdana beşdariya hilbijartinên Parlamena Kurdistanê diyar kir.

Berdevka Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê Cûmane Xelay ragehand ku wê serlêdanên namzedên partî û hevpeymanî û serbixwe yên hilbijartinên Parlamena Kurdistanê di navbera 13 û 22yê Adarê de bêne kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duh di merasîmekê de ji bo hilbijartinên gera şeşan a Parlamena Kurdistanê civanê 10ê Adarê dabû destnîşankirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê jî di derbarê mijarê de ragihand ku piştî vê biryarê hemû aliyên pêwendîdar wê ji bo alîkarî û hemahengiya bi Komisyona Bala ya Hilbijartinan a Iraqê re pabend bin.