Dîroka hilbijartinên herêmî li Iraqê diyar bû
PeyamaKurd – Biryar e di 6ê Mijdara 2023an de hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê werin lidarxistin.
Îro danê sibê saet 04:00ê Parlamentoya Iraqê li ser xalên 15 û 16ê yên yasaya hilbijartinê gotûbêj kir. Di civînê de biryar hat dayîn ku hilbijartinên encûmenên parêzgehan di 6ê Mijdara 2023an de bên kirin.
Li gorî vê yekê wê ji bo 320 kursiyên meclîsên parêzgehan hilbijartin bên kirin. Hejmara kursiyên kotayê wê bibin 9. Li parêzgehên Hewlêr, Bexda, Duhok û Nînowa wê Mesîhî bi giştî 5 kursiyan bidest bixin.
Sabei Mandeis ku yek ji komên baweriyan li Iraqê ye, wê li Bexdayê kursiyek, Kurdên feylî li parêzgeha Wasit 1 kursî, Şebek wê li Nînowa kursiyek werbigirin û Êzdî wê kursiyek li Nînowa bidest bixin.
Li gorî rêziknameya qanûnî, li parêzgehên ku wê kota lê bên sepandin, wê sîstema yek navçeyan were sepandin.
Herwiha wê proseya hejmartina dengan hem bi elektronîk û hem jî bi destan were kirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin